Hewlêr (Rûdaw) - Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji her du taxên Kurdan ên li Helebê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê derketin û ew tax ketine destê çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê.
Li gorî zanyariyên gihiştine Rûdawê, şervanên YPGyê ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi temamî derketin.
Ew her du taxên Kurdnişîn niha ketine destê çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê û xelk nikare ji cihê xwe derkeve.
Qedexe hatiye ragihandin
Li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.
Heyeta Tehrîr El Şamê ji HSDyê xwestibû ku li gel çekên xwe ji Helebê derkevin.
Li gorî zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, HSD ji bo vekişandina ji taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê dest bi dasnûstandinan kiribû û vekişîn dê di bin çavdêriya hêzên Amerîkiyan de be.
Herêma Şêrewayê bi temamî ket destê HTŞyê
Li aliyê din, hemû herêma Şêrewa ya Efrînê bi temamî ji aliyê çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê ve hatiye kontrolkirin.
Li navçeya Şêrewayê jî 2 rojan qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Herêma Şeheba jî di heman demê de ji aliyê çekdarên mixalefeta Sûriyeyê ve hatiye kontrolkirin.
Xelk koçber dibe
Piştî ku çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê bajarokên Nubil û Zehrayê yên herêma Şehbayê kontrol kirin, xelkê wê derê berê xwe da bajarokê Sifirê.
Nêzîkî 100 hezar koçberên Efrînê yên li Şeheba asê mabûn, rê ji wan re hate vekirin û çûne Taxa Şêx Meqsûdê.
Rewşa wan koçberan gelekî xerab e, ew nizanin çi li pêşiya wan e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse