Li Îdlib û Helebê di êrişên asmanî de bi dehan sivîl mirin û birîndar bûn

12 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Heleb Îdlib Kumspî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 27ê Çiriya Paşîn êrişî parêzgehên Heleb û Îdlibê yên Sûriyeyê kir.

Di encama wan êrişan de HTŞyê gelek deverên Heleb û Îdlibê kontrol kirin.

Piştî êriş û kontrolkirinê balafirên şer ên Rûsya û Sûriyeyê bombe bi ser Heleb û Îdlibê de barandin.

Birîndarên êrişên esmanî yên Îdlibê li nexweşxaneyan tên dermankirin.

Rêxistina parastina sivîlan a bi navê Kumspiyan diyar dikin balafirên şer ên Hikûmeta Sûriyeyê bajarê Îdlibê bombebaran kirin û di encamê de cihên sivîlnişîn zerer dîtiye.

Sivîlekî ku hatiye rizgarkirin Mihemed Bazarbaşî li ser rewşê got:

“Min destnimêj digirt da ku nimêja esr bikim û zaroka min û dayîka xwe li odeyê bûn.

Ji nişka ve banê odeyê bi temamî hat xwarê, em di nava kavilan de man.

Min hewl da beton rakim lê min nekarî, cîran bi hawara min ve hatin û me bi hev re beton rakir.

Piştre min keça xwe gihand nexweşxaneyê.”

“Hejmar zêde dibe”

Bazara bajarê Îdlibê ji ber êrişên asmanî zerereke berbiçav dîtiye, tîmên Kumspiyan hewl didin kavilan rakin û rizgarbûyan veguhêzin nexweşxaneyan.

Endamê rêxistina Kumspiyan Ebdullah Seîd da zanîn:

“Ji sibehê heta niha zêdeyî 15 êrişên asmanî Îdlibê kirin armanc.

Di encamê de 15 kes şehîd bûn û 100 kes jî birîndar bûne, hejmar zêde dibe.

Li Helebê jî hêzên hikûmetê avahiyên sivîlnişîn kirine armanc, tîmên parastina sivîlan dibêjin Meydana Sadellah Cabirî û herêmên derdorê bi 4 êrişên esmanî hatine armancgirtin.

Di encamê de 12 kes şehîd bûne û 23 kesên din jî birîndar bûne.”

Li gorî Kumsipiyan di çar rojên destpêkê yên şerê Îdlib û Helebê de 31 sivîl ku di nav wan de 10 zarok û 4 jin jî hene hatine kuştin.

Her wiha 113 sivîl di nav wan de 44 zarok û 22 jin birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst