Reuters: Esed red kir ku bi Erdogan re hevdîtinê bike

02-12-2022
RÛDAW
Nîşan Esed Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat îdiakirin ku Serokê Sûriyê Beşar Esed qebûl nekir ku bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinekê bike.

Hat îdîakirin ku xebatên Rûsyayê yên ji bo hevdîtinên di navbera Tirkiyê û Sûriyê de, li Şamê nehat qebûlkirin.

Li gorî nûçeya Reutersê, çavkaniyan îdia kirin ku Esed, “Beriya hilbijartina ku dê li Tirkiyê bê kirin, ji bo ku destê Erdogan xurt neke hevdîtin qebûl nekir.”

Heman çavkaniyan diyar kirin ku gotûbêja vegera 3.6 milyon Sûriyên li Tirkiyê di hevdîtina muhtemel de dê ji bo hilbijartinê bi erênî li Erdogan vegere.

Li gorî nûçeyê yek ji wan çavkaniyan gotiye, “Çima di hilbijartinan de ji Erdogan re serkeftinek bê bidestxistin? Berî hilbijartinan dê ti nêzikbûn çênebe.” û her wiha diyar kir Sûriyê fikra hevdîtinên Wezîrên Derve jî red kiriye.

Çavkaniyekî dîplomat jî anî ziman, “Sûriye ku di civîneke wiha de dê sûd jê neyê wergirtin, bêkêr dibîne û dixwazin hêzên Tirkiyê bi tevahî ji welêt vekişin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst