Li El Raî otomobîla zirxpoş wergeriya: 3 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê El Raî ser bi parêzgeha Helebê ya Sûriyê otomobîla zirxpoş a artêşa Tirkiyê wergeriya û di encam de 3 leşker birîndar bûn. Leşkerên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsa Bakurê Kurdistanê hatin veguhestin.

Di çarçoveya “Operasyona Mertalê Firatê” de artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê bajarokê El Raî kontrol kiribûn. Otomobîla zirxpoş dema li deverê erkê dewriyeyê cîbicîh dikir wergeriya.

Di bûyerê de 3 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn.

Leşkerên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsa Bakurê Kurdistanê hatin veguhestin.

Hat ragihandin ku rewşa tendirûstî ya leşkerên birîndar baş e, lê derbarê nasnameya wan de ti zanyarî nehatine belavkirin.