Îsraîlê vê carê êrişî Şamê kir: Kuştî û birîndar hene!

Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîl li Şama paytexta Sûriyeyê êrişî avahiyekê kir, kuştî û birîndar hene.

Li gorî ajansa nûçeyan a dewletê ya Sûriyeyê SANAyê, li taxa Mezehê ya Şamê avahiyek bû hedefa êrişên Îsraîlê.

Çavkaniyeke leşkerî ragihand ku êriş saet 17:25an pêk hatiye.

Hat ragihandin ku di encama êrişê de 3 kes mirine û 3 kes jî birîndar bûne.

Duh jî di êrişa hewayî ya Îsraîlê ya li Şamê de 3 hatibûn kuştin.

Îsraîl bi salan e li Sûriyeyê li grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê dixe.

Piştî ku Hemasê 7ê Çiriya Pêşîna sala borî êrişî Îsraîlê kir, Tel Avîvê êrişên bi vî rengî zêde kirin.