Hêzên Sûriyeyê penaberên ji Libnanê vegeriyan girtin: Birin kû?

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sûriye Penaber Libnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Hikûmeta Sûriyeyê bi dehan kesên ku ji Libnanê vedigeriyan li ser sînor girtin.

Piştî şerê Îsraîl û Hizbulahê bi hezaran penaberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê yên ku koçberî Libnanê bûbûn vedigerin.

Li gorî Ajansa North Pressê, hêzên Hikûmeta Sûriyeyê derdora 40 kesên vegeriyayî girtine ku piraniya wan ji Rojavayê Kurdistanê ne.

Her wiha ajansê ragihand ku qaçaxçî penaberên ku vedigerin îstismar dikin.

Qaçaxçî ji bo ku kesên di leşkeriyê de biryara lêgerîna wan heye bigihînin Rojavayê Kurdistanê 600-1000 dolarî ji xelkê distînin.

Heta niha bi deh hezaran koçberên Kurd, Sûriyeyî û Libnanî yên ku ji ber şer ji Libnanê reviyane xwe gihandiye Rojavayê Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst