Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê binpêkirinên mafên mirovan têne belgekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê di Îlona borî de hejmarek binpêkirin hatin kirin.

Heft rêxistinên mafên mirovan ên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, raporeke hevbeş li ser binpêkirinan belav kirin.

Berpirsekî ji wan rêxistinan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew rêxistin raport û dengên xwe digihînin rêxistinên navdewletî kar dikin ku bandoreke wan jî hebe.

Serokê Encûmena Rêveberiya Komîteya Navdewletî ya Kurdî li Sûriyê (Rasid) Silêman Ismaîl anî ziman, “Em amaran digihînin saziyên navdewletî û bêhtir em digihînin Komîteya Mafê Mirovan a Navdewletî. Ew raportên ku li ser Sûriyê derdikevin ew rêxistinên ku em bi hev re dixebitin digihînin saziyên navdewletî.”

Di raporê de, bi amaran hejmara kuştî, birîndar, girtî û revandiyan li navçeyên cuda cuda hatine belgekirin û nîşandan.

Ew binpêkarî ji aliyê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wan ve, her wiha ji aliyê çekdarên DAIŞê yan Hikûmeta Sûriyê ve yan hin aliyên din ve hatine kirin.

Serokê Rêxistina Kurdî ya Mafên Mirovan li Sûriyê (DAD) Biradost Elkemalî got, “Artêşa Tirkiyê û artêşa Azad dixwazin deverên Kurdî ji xelkê Kurd vala bikin. Ew cihekî dagirkirî ye, dixwazin demografiyê biguherin û xelkê Kurd ji wê mintiqeyê derkeve. Rêxistinên mafên mirovan ên Sûrî, çi Kurd bin çi Sûrî dibêjin, artêşa Azad û ya Tirkiyê binpêkirinan dike. Divê xelkê me vegere devera xwe û binpêkirin nemînin.”

Wê raportê amar û zanyarî derbarê binpêkariyên dirêjahiya meha Îlonê ragihandine.

Rêxistinên ku beşdarî di wê raportê de kirine; Rêxsitina Kurdî ya Mafên Mirovan li Sûriyê (DAD), Rêxistina Kurdî ya Mafên Mirovan li Sûriyê (El-Rasid), Rêxsitina Mafên Mirovan li Sûriyê-Maf û çend rêxistinên din.