Parlemantoya Sûriyê bo qutkirina ava Ellok gilî li Tirkiye kir

02-09-2022
RÛDAW
Nîşan Parlemantoya Sûriyê Hemmûde Sebbax Wêstgeha Ellok Heseke
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlemantoya Sûriyê Hemmûde Sebbax bo 57 rêxistinên navdewletî û Erebî re name şand û daxwaz ji wan kir derbarê qutkirina ava wêstgeha Ellok ser bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê şermezar bikin.

Li gor ajansa SANA ya hikûmeta Sûriye, Serokê Parlemantoya Sûriyê Hemmûde Sebbax name bo 57 rêxistinên navdewletî û Erebî re şandin, daxwaz ji wan kir derbarê qutkirina ava wêstgeha Ellok ser bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê şermezar bikin.

Sebbax di nameyên xwe de bo wan 57 rêxistinan got “Qutkirina ava Ellok ji aliyê Tirkiye ve bo ser yek milyon kes li Heseke dibe tawanek dijî mirovatiyê û tawaneke cengê.”

Sebbax herwiha daxwaz ji aliyên peywendîdar kir, ku divê çareseriyek bo vê pirisgirêkê bê dîtin.

Ji Cotmeha 2019an ve û heta niha, wata piştî artêşa Tirkiye bajarê Serê Kaniyê dagîr kiriye, 27 caran ava wêstegeha Ellok li ser bajarê Heseke û derdorê qut kiriye, ku ev nêzîka 3ê salan dibe xelkê Heseke ji ber qutkirina ava Ellok di jiyaneke xirab de dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst