Li Laziqiye teqînek mezin/ Gelek kuştî hene

02-09-2015
RÛDAW
Nîşan Teqîna Laziqiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Laziqiye yê Sûriyê teqînek mezin rû da û di encamê de gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Ajansa Sana a Sûriyê ragihand ku, li Meydana Aştiyê ya Laziqiyê teqînek qewimî û di encamê de 10 kes hatin kuştin û 25 kes jî birîndar bûn.

Sana ragihand: “Teqîn bi rêya otomobîleke bombekirî bû, ku terorîstekî xwekuj teqand.”

Bajarê Laziqiye piraniya wî alîgirên rêjîma Beşar Esed in (elewî ne), ji ber wê yekê jî heta niha rewşa ewlehiyê li wir pir paş e û kêm car teqînên wisa li wir rû didin. Ji ber wê aramiyê heta niha xwedekarên kurd diçin li wir zanîngehê dixwînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst