Ereb ji civaka navneteweyî dixwazin ku tawanên Esed rawestînin

02-09-2013
HÛSÊN OMER
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Welatên Ereb bang li civaka navneteweyî kirin ku li dijî rejîma Beşar el-Esed tev bigere.

 

Di daxuyaniya dawî de ya civîna wezîrên derve yên welatên ereb de, hat xwestin ku Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî bi kiryarên pêwîst li dijî rejîma Esed rabin.

 

Daxuyaniyê rejîma Sûriyê ji ber tawana bikaranîna çekên kîmyayî ve weke berpirsyar destnîşan kir û ji civaka navneteweyî xwest ku tawanên komkujiyê li ser destê rejîma Esed rawestîne.

 

Wezîrên derve yên welatên ereb gotin ku divê berpirsiyarên tawana çekên kîmyayî weke tawankarên şer bên dadgehkirin.

Wezîrê derve yê Erebistana Seûdî, Seûd el-Feysel ragihand ku şermezarkirina van tawanan têrê nake û got redkirina destêwerdana navneteweyî êdî nayê qebûlkirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst