Doz li dijî serkirdeyên Ehrar el Şerqiye tê vekirin

02-08-2021
RÛDAW
Yasanas daxwaz dikin ku dozên yasayî li dijî Ehrar el Şerqiyê bên vekirin
Yasanas daxwaz dikin ku dozên yasayî li dijî Ehrar el Şerqiyê bên vekirin
Nîşan Ehrar el Şerqiye Amerîka İşsizlik
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yasanas û çalakvanên saziyên yasayî daxwaz dikin, ku dozên yasayî li dijî fermandeyên gurûpa Ehrar El Şerqiyê li pêş dadgehên navdewletî bêne vekirin.

Piştî sizadana grûpa Ehrar el Şerqiyê û herdu fermandeyên wê ji aliyê Amerîka ve, yasanas û çalakvanên saziyên yasayî û civaka sivîl daxwaz dikin ku dozên yasayî li dijî wan bên vekirin.

Di dema beşdarbûna di bernameya Çavê Sêyem a Radyoya Rûdawê de, Parêzer Ridwan Sîdo, ku endamê Ofîsa Yasayî ya ENKSê ye jî, got pêwîst e, ev kes bên dadgehkirin.

Parêzer Ridwan Sîdo, dibêje piştî ku ew gurûp çûne Lîbiya û şer li wir kirin, “li gorî yasayê ew çetene”, û pêwist e ew kes û gurûp werin dadgehkirin.

Rêveberê Saziya Kurd Bêsînor Kadar Pîrê,, ku navenda wê li Parîsê ye, di dema beşdarbûna heman bernameyê de, ragihand ku ew ê dest bi tomarkirina gilî û vekirina dozên yasayî li gel wan tohmetbaran bikin.

Hatim Ebû Şeqra ku di lîsteya sizadanê de cih digire Ehmed Ihsan Feyaz el-Hayis e,  xelkê gundê Şeqra li Rojavayê Dêrezorê ye, Fermandarê Ehrar el-Şerqiye ye ku sala 2016an hatiye damezirandin. Berê Ser bi Cebhet el-Nusre bû, niha ser bi Artêşa Niştimanî ye. Sala 2018an ligel Serokê Tirkiyê civiyabû. Ew bi tawanên li dijî Êzidiyan li Efrîn û Ezazê tohmetbar e.

Ofîsa OFAC a ser bi Wezareta Gencîneya Amerîka Hatim Ebû Şeqra û pismamê wî Cafer Ebû Şeqra xistine nav lîsta sizayan de.

Li gorî OFAC, Ebû Hatim Şeqra bi sedan girtî di zindaneke Helebê de sala 2018an îdam kirine û grûpa wî Ehrar el Şerqiye gelek tawan li dijî sivîlan kirine, bi taybet li dijî Kurdên Sûriyê û siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef kuştiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst