Sûriye: Amerîka nahêle em sûd ji petrola xwe werbigrin

02-08-2019
RÛDAW
Li Sûriyê şer, dorpêçê û cezayan bandorek zêde li aboriya welat kiriye
Li Sûriyê şer, dorpêçê û cezayan bandorek zêde li aboriya welat kiriye
Nîşan Sûriye Amerîka Derman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berî destpêka kirîza Sûriyê di sala 2011ê de, rewşa aborî li welatê Sûriyê baş bû, û xelkê jiyana normal derbas dikirin, û hikûmeta Sûriyê derdora ji sedî 90ê ji pêdiviyên dermanan û xwarinê ji xelkê re peyda dikirin, lê piştî 2011an şer, dorpêçê û cezayan bandorek zêde li aboriya wî welat kiriye.

 

Berî ku şerê navxweyê Sûriyê 47 lîreyên Sûrî beramberê 1 dolarê Amerîkî miamele bi dihat kirin, lê niha zêdeyî 600 lîreyî beramberî yek dolarî miamele bi tê kirin. Herwiha dorpêç û cezayên Amerîka û Yekîtiya Ewroapyê niha bûye sedem ku aboriya Sûriyê di hemû sektoran de têk biçe. Hevdem ji ber giraniya bihayan welatiyê Sûrî hew dikare pêdiviyên rojane bikire.

 

Rêveberê Kargeha Tamîko Fîdaa Elî dibêje: “Me di dema şer de gelek derd û êş dîtin, bi taybetî derbarê kirîna dermanên hawirdekirî de, ji ber hemû derman ji aliyê kompanyayên biyanî ve tên berhemanîn, ev kompanya rûbirûyî ceza û dorpêçê li ser Sûriyê bûne. Piraniya wan dermanan jî taybet in bi nexweşiya şêrpenceyê û şûştina gurçikan. Serokatiyê ji me xwestiye em berê xwe bidin welatên rojhilatî, wek, Rûsya, Îran, Çîn, Hindistan û Kubayê.”

 

Herwiha berî şerê navxweyê Sûriyê , li gor wezareta tendirustiya wî welatî, hikûmetê ji sedî 90 pêdiviyên derman û xwarinê ji xelkê re peyda dikir, lê niha li gor heman çavkaniyê, hikûmet tenê ji sedî 40ê wan pêdiviyan dikare ji xelkê re peyda bike.

 

Cotkar Mehmûd Misrî jî dibêje: “Cezayan bandor li me kiriye, derbarê semadê, mazotê û heta derxistina ava çandiniyê. Şînkayî gelekî giran bûye, xelk nikarin şînkayî bikirin, hemû xelk destteng in, xelk nikarin şekir, çayê, û rûn bikirrin , her tişt giran bûye.”

 

Li gor berpirsên hikûmeta Sûriyê tevî şer, dorpêçê, cezayan û giranbûna bihayên pêdiviyan, Amerîka nahêle hikûmet li bakurê rojhilatê welat petrolê û samanên siruştî berhem bîne, vê yekê jî li gor wan berpirsan bandorek nerênî zêdetir li aboriya welat û rewşa xelkê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst