SNHR: Li Sûriyê di 6 mehên de 2 hezar û 460 kes hatin dîlgirtin

Hewlêr (Rûdaw) -  Koma Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) diyar kir ku ji serê salê vir ve piraniya wan bi destê hikûmeta Sûriyê bi tevahî 2 hezar û 460 kes hatin “dîlgirtin”.

 

SNHRê di rapora li ser dîlgirtinê de destnîşan kir ku di 6 mehên ewil ên îsal de 117ê wan zarok, 122yê wan jin bi tevahî 2 hezar û 460 kes hatin dîlgirtin.

 

Di raporê de hat gotin ku hezar û 204ê kesên dîlgirtî bi zorê hatine windakirin û derbarê çarenûsan wan de ti xeberek nehat hildan.

 

Dîsa di raporê de hat gotin: “Hikûmeta Sûriyê, 80ê ji wan zarok, 97ê wan jin bi tevahî hezar û 733 kes, YPGê jî 22yê wan zarok, 16ê wan jin bi tevahî 337 kes dîl girtin.”

 

Li gor raporê, opozisyona leşkerî û komên çekdar ên li dijî hikûmeta Sûriyê 14ê wan zarok, 9ê wan jin bi tevahî 374 kes, DAIŞê zarokek û 16 kes dîl girtin.

 

SNHRê destnîşan kir ku di meha çeileyê de 567, di sibatê de 347, di adarê de 357, di nîsanê de 459, di gulanê de 394, di hezîranê de 336 kes bi destê aliyên li Sûriyeyê şer dikin hatin dîlgirtin.

 

Li gor çavkaniyên opozisyonê ên li Sûriyê, di girtîgehên hikûmetê de herî kêm 500 hezar kes tên girtin.