HRW: Tirkiye, Iraq û Urdun nahêlin penaberên Sûriyê derbas bibin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Human Rights Watch (HRW) daxwaz ji Tirkiyê, Iraq û Urdunê kir ku rê li ber derbasbûna penaberên Sûriyê negirin û penaberan venegerînin Sûriyê.

HRW, duh di raportekê de eşkere kir ku Tirkiye, Iraq û Urdin çend dergehên sînorî digel Sûriyê girtine û ji bo nehêlin penaberên Sûriyê derbasî welatên wan bibin.

Rêxistinê tekez kir, hikûmetên Iraq, Urdun û Tirkiyê nehiştine bi deh hezaran penaberên Sûriyê yên ku ji ber şer direvin, derbas bibin.

Rêxstina taybet bi çavdêriya mafê mirovan di raporta xwe de diyar kir ku tenê Libnan sînorê xwe li ber penaberên Sûriyên vekirî hiştiye.

Li gor statîstîkên Komîsyona Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî, hejmara penaberên Sûriyê li derve gihiştiye nêzîkî milyonek û 600 hezar penaberî.