Partiya Komunîst a Sûriyê pîrozbahî li Beşar Esed kir

02-06-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Sûriyê, Emmar Bekdaş serketina Serokê Sûriyê Beşar Esed di hilbijartinên serokatiya wî welatî de pîroz kir, û tekez kir ku hilbijartin delîla tekez a biryardariya girseyên gelê Sûriyê jibo pêşveçûna ber bi nêzîkatiya berxwedanê, nêzîkatiya bixurt a li dijî komployên dijminên welat ji “emperyalîstan, siyonîstan û rejîmên paşketî li herêmê û amûrên wan ên herêmî bi hemû şêwazên xwe ye.”

Di peyama xwe ya pîrozbahiyê de ya bo Beşa Esed, Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Sûriyê dibêje: Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Sûrî, bi minasebeta hilbijartina we wek Serok Komarê Erebî yê Sûrî, ji dil pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we dike.

Emmar Bekdaş pesnê birêveçûna hilbijartinên serokatiyê li Sûriyê dide û dibêje: “Hilbijartinên serokatiyê yên ku li welatê me pêk hatin û encamên wan bi biryardarî diyar kir ku girseya gelê Sûriyê di nêzîkbûna berxwedanê de, nêzîkatiya parastina serxwebûnê, serweriya neteweyî û yekîtiya xaka neteweyî, nêzîkbûn bixurt a li dijî komployên dijminên welat ji emperyalîstan, Siyonîstan, rejimên paşketî yên girêdayî wan li herêmê û amûrên wan ên herêmî bi her şêwazên xwe re rûbirû dimînin.”

Bekdaş ji Esed re hêviya serkeftinê dixwaze û dibêje, Sûriye dê li hember dijminan serbilind bimîne û ala rizgariya netewî dê bilind bibe.

Partiya Komunîst a Sûriyê sala 1924ê hatiye damezrandin lê piştî demek kurt hilweşiya. Piştre di sala 1930an de ew partî dubare ji aliyê Xalid Bekdaş ve hate damezrandin ku bi eslê xwe Kurd bûye.

Roja 26ê Gulanê hilbijartinên serokatiya Sûriyê li navçeyên di jêr kontrola hikûmeta Sûriyê de hat lidarxistin.

Pêncşema borî 27ê Gulanê Serokê Meclîsa Gel a Sûriyê, Hemûde Sebax encamên hilbijartina serokatiya welat aşkere kir û ragihand ku Beşar Esed zêdetir ji %95ê dengan bi dest xistiye û careke din weke Serokkomar hatiye hilbiajrtin.

Li gor encamên fermî, Esed di hilbijartinên vê care de 13 milyon û 540 hezar û 860 deng misoger kiriye.

Di vê gera hilbijartinan de, ji bilî Esed, Mehmûd Merhî û Ebdullah Sellûm Ebdullah jî berbijarê hilbijartinên serokatiya Sûriyê bûn.

Li gor encamên ku Serokê Parlamentoya Sûriyê aşkere kir, herdu berbijêrên din bi hev re tenê %4.8 rêjeya dengan bidestxistine.

Her li gor van encaman, Mehmûd Merhî 470 hezar û 276 deng û %3.3 ji rêjeya tevahiya dengan bidestxistiye û Ebdullah Sellûm Ebdullah jî 213 hezar û 986 deng û rêjeya %1.5ê dengan aniye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst