NY: Li Sûriyê pêdiviya 14.6 milyon kesan bi alîkariya mirovî heye

02-05-2022
RÛDAW
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Kampa Koçberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî dibêje, 14.6 milyon kes di nava Sûrîyê de pêwîstiya wan bi alîkariya mirovî heye û ev jî tê wê wateyê ku ji sala borî û vir ve ev hejmar 1,2 milyon kes zêde bûye.

Ofîsa Hemahengiya Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî raporeke nû li ser rewşa mirovî li Sûriyê belav kir û diyar kir ku piraniya kesên ku pêdiviya wan bi alîkariyên mirovî hene jin û zarok in.

Neteweyên Yekbûyî derbarê zêdebûna hejmara kesên ku pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heye, çend sedeman nîşan dide, ji wan kûrkirina qeyranên aborî, koça bi berdewam, guhertina keşûhewayê, qeyrana avê ji ber hişkesaliyê, kêmbûna ava Çemê Firatê û xirabûna jêrxanan.

Neteweyên Yekbûyî şerê navxweyî yê li Sûriyê yên di deh salên dawî de weke sedema bingehîn a rewşa xirabbûna wî welatî bi nav dike û diyar ku ev yek bû sedem ku jêrxana giştî xirab bibe.

Neteweyên Yekbûyî dibêje sedemeke din ya bilindbûna vê hejmarê, kêmbûna sotemeniya berdewam e ku ji ber vê xizmetên bingehîn yên wek elektirîkê têk çûye.

Neteweyên Yekbûyî behsa Rojavayê Kurdistanê û deverên din yên di bin kontrola HSDê de jî dike û dibêje pêwîst e çareseriyên bi lez bo kampan werin dîtin û daxwaz ji hikûmetan jî dike ku welatiyên xwe vegerînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst