Li Cerablus û Babê şer di navbera grûpên çekdar de derketin

Hewlêr (Rûdaw)  - Şer û pevçûn di navbera çend grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê xwe bi xwe de li bajarê Cerablusê li bakurê rojhilatê Helebê derketin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, şeva derbasbûyî şer destpêkê di navbera çekdarên ku xelkê Dêrezorê ne û polîsên serbazî de derketiye.

Li gor heman çavkaniyan, polîsên serbazî avêtibûn ser baregeha grûpeke çekdar ku xelkê Dêrezorê ne û di encamê de çekdarek hatibû kuştin û 3 çekdar birîndar bûbûn.

Piştî bûyerê, şer û pevçûn li nav bajarê Cerablusê berfireh bûne û grûpên çekdar ên Ehrar el-Şerqiyê, el-Hemzat û Ehrar el-Şam li dijî polîsên serbazî tevlî şer bûne.

Li gor zanyariyan, medyaya xwecihê ya Sûriyê belav kiriye, şer di navbera herdû grûpên Hemze û Ehrar el-Şam li nêzîkî deriyên qaçaxçiyê li rojhilatê bajarê Babê derketiye.

Li gor zanyariyan, ji ber nakokiyên herdû aliyan li ser qaçaxçîkirina otombîlan bo navçeyên rejîmê, di heman demê balefirên F16 yên Tirkiyê li ser asmanê navçeyê jî firiyane.