Berpirsên Amerîkî bi xwepêşanderên li rojhilatê Feratê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî xwepêşandanên xelkê çend gund û bajarokên parêzgeha Dêre Zorê, berpirsên Amerîkî li rojhilatê Feratê ligel nûnerên xwepêşanderan civiyan.

 

Tirsa berpirsên Amerîkî ji wê yekê heye, ku ev xwepêşandan bibin sedema dijberiyeke Kurdî-Erebî, ku dê bandoreke xerab li rewşa navçeyê bike.

 

Di derbarê van xwepêşandanan de û egera derketina nakokiyan di navbera Kurd û Erebên navçeyê de, ENKSê rexneyan li çûna PYDê ji bo herêmên Erebî dike û wê yekê wekî planeke hikûmeta Sûriyê şirove dike.

 

Xwepêşandanên nerazîbûnê yên xelkê çend gund û bajarokên gundewarên parêzgeha Dêre Zorê li dijî hêzên HSDê û bilindkirina siloganên tund li dijî hêz û saziyên Kurdî li navçeyê, berpirsên Amerîkî li rojhilatê Feratê anîne ser xetê û kirine nav hewl û tevgerê de.

 

Li gor hin zanyariyan, di nava çend rojên borî de, berpirsên Amerîkî, li binkeya zeziyê el-Umer li rojhilatê Feratê ligel nûnerên xwepêşanderan civiyane û daxwazên wan gotûbêj kirine. Tirsa berpirsên Amerîkayê ji wê yekê ye ku ev xwepêşandan bibin sedema dijberiyeke Kurdî-Erebî ku dê bandora li rewşa navçeyê bi şêweyekî xirab bike.

 

Berpirsên Encûmena Sûriyeya Demokratîk ku sîwana siyasî ya hêzên HSDê ye, dibêjin ku ew guhdarî daxwazanên xelkê navçeyê dikin, lê Tirkiyê û hikûmeta Sûriyê û Îranê tohmetbar dikin ku dixwazin rewşa parêzgeha Dêrezorê têk bidin.

 

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) rexneyê li çûna PYDê bo navçeyên erebnişîn digire û vê yekê wekî planeke hikûmeta Sûriyê şirove dike.

 

Ji aliyekî din ve, aliyên siyasî yên navxwe, navherêmî û navdewletî yên pêwendîdarî rewşa Sûriyê û rojhilatê Feratê, rikaberiyê li ser rakêşana eşîretên navçeyê ber bi xwe ve dikin.

 

Her aliyek hewl dide ku eşîretên navçeyê, ku ji ber nemana desthilata dewletê, bûne xwedî rol û hêz, ji bo ajanda û planên xwe bikar bînin.