Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Rêxistina Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan Cemîl Diyarbekirlî ragihand ku hikûmeta nû ya Sûriyeyê ne berfireh e û bersiva hêviyên pêkhateyên Sûriyeyê nade.
Pêkhatina kabîneya nû Sûriyeyê, ji aliyê tevahiya netewe û olên Sûriyeyê ve bi taybetî jî ji aliyê Kurd, Durzî, Xirîstiyan û Elewiyan ve cihê nerazîbûnê ye.
Birêvebirê Rêxistina Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan Cemîl Diyarbekirlî ji Rûdawê re behsa vê mijarê kir û got ku hikûmeta nû bersiva hêviyên gel nade û têgihîştina rêvebiriyeke otorîter didomîne.
Cemîl Diyarbekirlî wiha got:
“Hikûmeta nû ya ku li Şamê hat ragihandin ez şaş nekirim lê ji bo Sûriyeyiyan bûye sedema bêhêvîbûneke mezin û hêviyên wan şikand.
Xelk li bendê bû ku piştî rûxîna rejîma Esed, cara yekem hikûmetek were avakirin ku hêviyên wan bi cih bîne.
Lê hikûmetê nîşan da ku meylên otorîter ên rêvebiriya heyî didomîne.”
Komên etnîkî û olî nayên temsîlkirin
Hikûmeta nûya ya Sûriyeyê 29ê Adarê hat ragihandin û ji 23 wezîram pêk tê.
Di hikûmeta nû de çar wezîr ji pêkhateyên cuda hatin hilbijartin.
Lê Kurd, Durzî, Elewî û Xirîstiyan dibêjin ku ev wezîr wan temsîl nakin.
Cemîl Diyarbekirlî destnîşan kir ku eger rêvebirî vê helwesta xwe bidomîne, welat dê bikeve nav astengiyeke bêveger, û wiha got:
"Sûriye êdî hewceyî yekîtî û hevkariyê ye. Piştî şerê ku heta bi salan ajot û wêrankirinê, divê hikûmetek were avakirin ku alîkariyê bide gel da ku careke din li ser pêyan bisekine.
Lê siyasetên wê yên bi vî rengî ji kûrkirina krîzên di navbera civatên Sûriyeyê de, ti karên din nake.
Mixabin, wiha diyar e ku desthilata heyî, hîn jî dîla hizra milîsan e û heta vê kêlîkê nehatiye guherîn da hizra birêvebirina dewletê be.
Lewma em dibînin ku ev reftarên hikûmeta Ehmed Şer dê welat ber bi krîzên bêhtir ve bibin.”
Li Sûriyeyê nifûsa Xirîstiyanan kêm dibe
Li gorî raporeke ku ji aliyê Saziya Alîkariyê ya Misyonerî ve hatiye weşandin, nifûsa Xirîstiyanan a li Sûriyeyê sala 2011an 1,5 milyon bû lê heta sala 2022yan ketiye 300 hezarî.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Asûrî, niha li welêt kêmtirî 400 hezar Xiristiyan mane.
Civata Xirîstiyanan û komên pêkhateyên din destnîşan dikin ku divê hikûmeta nû berfireh be û xwesteka wan jî birêvebirineke ku hemû Sûriyeyiyan temsîl bike ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse