Sûriye - Li Palmîra, gorrek komî hat dîtin!

02-04-2016
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê kevnar ê Sûriyê, Palmîra, ku çend roj berê ji destê DAIŞê hat derxistin, gorrek komî hat dîtin.

Ajansa fermî ya Sûriyê, SANA, ragihand, dema tîmên pûçkirina mîn û teqemeniyan li nav bajarê Palmîra mijûlî kar bûn, rastî gorreke komî li rojhilatê bajêr hatin.

Li gorî ajansê, di wê gorrê de derdora 40 kuştî hene ku 20 jê jin û zarok in. Tê gotin ku îhtimal heye hinek gorrên komî yên din jî li nav bajêr hebin.

Bajarê kevnar ê Palmîra (Tedmur), par meha Gulanê ketibû destê DAIŞê lê hêzên Beşar Esed bi alîkariya balafirên Rûsya, 27 Adara îsal ji destê DAIŞê derxistin.

Bajar ji aliyê DAIŞê ve hatiye mînkirin ji ber wê jî heta niha ti kes derbasî nav bajêr nebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst