ÎDLIB - Li dijî demokrasî û laîktiyê daketin kolanan, şerîetê dixwazin

02-02-2025
Nîşan Îdlib Xwenîşandan Şerîet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Îdlibê ya Sûriyeyê bi dehan kes li dijî demokrasî û laîktiyê daketin kolanan û wan şerîet xwest.

Li Îdlibê bi dehan kesan bi dirûşma "Civîna Gelê Îslamê" xwenîşandan kir, wan daxwaza şerîeta Îslamê kir û li dijî pergala laîkî û demokrasiyê derketin.

Di vîdeoyên ku hatine belavkirin de xuya dike ku xwenîşander pankartên li ser wan "Kelîmeya Şehadetê" hatiye nivîsandin bilind dikin û dirûşmeyên wekî "Allahu Ekber", "Muhammed heta hetayê rêberê me ye" û "Em dê şanaziya dîn vegerînin" bilind dikin.

“Vegerin cihê xwe”

Xwenîşanderekî diyar kir ku ew dê biryarê li ser paşeroja xwe bidin û got:

"Em 14 sal in tevlî şoreşa Sûriyeyê bûne û bi serkeftinê bi dawî bû.

Me dengê daxwaza dewleteke demokratîk û sekuler bihîst lê em dibêjin ku em xwediyê mafê biryardanê ne.

Mafê me heye ku em daxwaza dewletekê bikin ku Misilmanan diparêze û alaya yekxwedatiyê li her deverê Sûriyeyê bilind dike.

Em ji yên ku banga sekularîzmê dikin re dibêjin vegerin cihê xwe.

Hûn van salên borî tunebûn. Em dê biryara paşeroja xwe bidin û ev helwesta me ya dawî ye."

Piştî ku Beşar Esed ji desthilatê çû, li parêzgeha Îdlibê gelek xwenîşandan çêbûne û xwenîşanderan daxwaza berdana girtiyên zîndanan kir.

Divê were gotin ku komên çekdar 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an bi serkêşiya Heyeta Tehrîr El Şamê desthilat xist bin kontrola xwe û Serokê Sûriyeyê reviya Rûsyayê.

Piştre Ehmed Şer (Colanî ) wekî serokkomarê demkî yê Sûriyeyê hat tayînkirin û komên çekdar jî îlan kir ku ew ê bibin beşeke Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst