Balafirên şer derdora Dêrezorê bombebaran dikin

02-02-2024
RÛDAW
Nîşan Balafirên Şer Bombebaran Dêrezor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî çavkaniyên herêmî yên Sûriyeyê herêmên Elbû Kemal, El Şiblî û Meyadînê yên parêzgeha Dêrazorê ku tê zanîn komên çekdar ên nêzîkî Îranê lê ne hatin bombebarankirin.

Hat ragihandin ku balafirên şer ên ku hîn nediyar e yên kê ne li parêzgeha Dêrezorê ya li bakurê rojhilatê Sûriyeyê gelek armanc bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin 8 herêm ji aliyê balafirên şer ve hatine bombebarankirin û di êrişê de 6 endamên grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê hatine kuştin ku 3 ji wan Îraqî ne.

Balafiran bi tundî baregehên El Heyderiye, El Şiblî û Eyn Eliyê yên li herêma Meyadîna Dêrezorê ku di bin kontrola grûpên Şîe yên girêdayî Îranê de ne û piştgiriya rejîma Sûriyeyê dikin, bombebaran kirin.

Heta niha ti kesî berpirsyariya bombebaranan negirtiye ser xwe lê medyaya fermî ya Sûriyeyê îdia kir ku ji aliyê balafirên Amerîkayê ve hatine kirin.

Ev bombebaran piştî êrişa dronî ya grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê li baregeha Amerîkayê ya li ser sînorê Urdin-Sûriyey pêk hat.

Di encama wê êrişê de 3 leşkerên Amerîkayê canê xwe ji dest da û nêzîkî 40 leşkerî jî birîndar bûn.

Li aliyê din hat ragihandin ku 2 balafirên barhilgir ên leşkerî yên artêşa Amerîkayê gihîştin navenda leşkerî ya Xirab Çira li navçeya Rimêlanê ya parêzgeha Hesekê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst