Îsraîlê şêwirmendekî leşkerî yê Îranê kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Di êrişa esmanî ya Îsraîlê ya li Şamê de 3 kes ku di nav wan de şêwirmendekî leşkerî yê Supaya Pasdaran a Îranê jî hebû, hatin kuştin.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Supaya Pasdaran a Îranê Tesnîmê, danê sibehê li başûrê Şamê, şêwirmendê Supaya Pasdaran a Îranê Seîd Elîdadî ku li Sûriyeyê erkdar bû, di encama êrişa esmanî ya Îsraîlê de hat kuştin.

Medyaya Îranê di derbarê pileya leşkerî ya Elîdadî de ti agahî parve nekir lê tenê wekî “şêwirmend” bi nav kir.

Li aliyekî din, Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR)  ragihand ku îro danê sibehê balafirên şer ên Îsraîlê baregeheke Hizbulaha Lubnanê li ser rêya Seyîd Zeyneb-Ekribayê yê başûrê Şamê û herêma Xezlaniyê ya li ser rêya Balafirgeha Şamê bombebaran kirin û di encamê de welatiyekî Lubnanî, yekî Îraqî û kesekî nasnameya wî nediyar e hatin kuştin.

Ev êriş nêzîkî du mehan piştî ku Seyîd Razî Mûsewî, yek ji fermandarên Supaya Pasdaran a Îranê ku di êrişeke esmanî ya Îsraîlê de li taxa Zeynebiye ya Şamê hat kuştin, pêk hat.