El Bab hat mûşekbarankirin: Herî kêm 13 kuştî

Hewlêr (Rûdaw) - Li El Babê erişeke mûşekî pêk hat û li gori agahiyen destpêkê 13 kesan jiyana xwe ji dest dan û 40 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Babê ku dikeve bakurê rojhilatê Helebê, di encama mûşekbaranê de 13 kesan canê xwe ji dest dan û herî kêm 40 kesên din birîndar bûn.

Herwiha li gorî zanyariyan li navçeyê di encama mûşekbaranê de ziyaneke mezin jî çêbûye.

Heta niha ti aliyek berpirsiyaretiya êrişê negirtiye serxwe.

Artêşa Tirkiyê di 24ê Tebaxa 2016an de li bajarê Cerablusê dest bi operasyoneke leşkerî kiribû ku navê "Mertalê Firatê" lê kiribû, di Sibata 2017an de navçeya El Babê dagir kiribû.