DÊREZOR - DAIŞê êrişî leşkerên Sûriyeyê kir: 9 kuştî, 20 birîndar

02-01-2024
RÛDAW
Nîşan DAÎŞ Dêrezor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li rojavayê Dêrezorê di êrişeke DAÎŞê de 9 leşker û çekdarên girêdayî rejîma Sûriyeyê hatin kuştin.

Li rojavayê parêzgeha Dêrezorê, çekdarên DAIŞê êrişî pêgehên hêzên Sûriyeyê û çekdarên alîgirê wê kir.

Di encama êrişê de 9 leşker û çekdarên ser bi hikûmeta Sûriyeyê ve hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûn .

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li bajarokên Tibnî û Madanê yên Dêrezorê çekdarên DAIŞê êrişî pêgehên hêzên Sûriye û çekdarên alîgirê wê kirine.

Di encama êrişê de 9 leşker û çekdarên ser bi hikûmeta Sûriyeyê ve hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûn .

Li gorî heman çavkaniyê, 3 otomobîlên leşkerî hatine jinavbirin û çekdarên DAIŞê dest daniye ser otomoibîleke corê Kia ku topavêjeke 57 mîlîmetreyî li ser bû û teqemeniyan, piştre jî ber bi çolên Sûriyeyê ve vekişiyane.

SOHRê da zanîn 1ê Kanûna Paşîna 2024an jî li navçeya Şîhayê ya Dêrezorê çekdarên DAIŞê êrişî hêzên hikûmetê kiriye.

Herwiha DAIŞê heman rojê karwanekî tankerên petrolê yên Kompanya Qatirçiyê kiriye armanc.

Di encama vê êrişê de nobedarek hatiye kuştin, 3 nobedar birîndar bûne û DAIŞiyan nobedarek jî revandiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst