Beşar Esed bi dizî çû Rûsyayê?

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Beşar Esed Heyeta Tehrîr El Şamê Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê berê yê beşa Ewlehiya Giştî ya Hikûmeta Sûriyeyê Hîsam Luqa dema ku Beşar
Esed li derveyî Sûriyeyê bûye hewl daye wî ji desthilatê bixîne.

Di pêşketineke din de, balafireke leşkerî ya Rûsyayê êvara şemiyê li Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê veniştiye ku Serokê Sûriyeyê Beşar Esed di balafirê de bûye û bilez ji civîna xwe ya dizî ya Moskowê vegeriyaye.

Çavkaniyên herêmî ku xwe dispêrin çavkaniyên nefermî diyar kir ku Beşar Esed ji ber ewlehiyê ji mala xwe derketiye û li cihê silamet bi cih bûye.

Hat ragihandin ku li herêma Kefer Sûseyê ya Şamê di navbera Nobedarên Komarî yên Sûriyeyê û Firqeya Çaran a artêşa Sûriyeyê de şer derketiye û gelek avahiyên hikûmetê hatine gulebarankirin.

Nûnerê Odeya Leşkerî ya Operasyona Helebê Mutaz Nasir ji Rûdawê re got:

“Rejîma Sûriyeyê gel birçî kiriye, lewma xelk li dijî wan e.

Di nava artêşa Sûriyeyê de parçebûn û cudabûn heye û armanca me avakirina dewleteke nû ye.”

Çi dibe?

27ê Çiriya Paşîn komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişî parêzgehên Heleb û Îdlibê kir.

Di encama wan êrişan de HTŞyê gelek deverên Heleb û Îdlibê kontrol kirine.

Piştî kontrolkirina wan deveran HTŞyê berê xwe da bajarê Hemayê ku çaremîn bajarê mezin ê Sûriyeyê ye.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, artêşa Sûriyeyê û hêzên Rûsyayê xwe ji Hemayê vekişandiye Himsê.

Her wiha HTŞyê ragihand ku artêşa Sûriyeyê ji bajarê Hemayê “reviyaye”.

Lê belê artêşa Sûriyeyê jî ragihand ku ew ji Hemayê venekişiyane û li bakur û rojhilatê bajêr xwe ji êrişan re amade dikin.

Li aliyê din, li gorî çavkaniyên xwecihî balafirên şer ên Rûsya û Sûriyeyê komên çekdar bombebaran dikin.

Çavkaniyên xwecihî dibêjin ku heta niha herî kêm 14 gund û bajarokên Hemayê ketine bin kontrola HTŞ û komên girêdayê wê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst