WFP: Li Sûriyê 2,2 milyon kesên din li jêr metirsiya birçîbûnê ne

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Xwarinê ya Cîhanî (WFP) hişyariyê dide, ku eger alîkarî bilez neyên dabînkirin, dê 2 milyon û 200 hezar kesên din li Sûriyê rastî hejarî û birçîbûnê werin.

Rêxistina Xwarinê ya Cîhanî li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku eger alîkariya bilez neyê pêşkeşkirin dê li Sûriyê 2 milyon û 200 hezar kesên din li wî welatî rûbirûyê heajrî û birçîbûnê bibin.

Li gorî amarên Rêxistina Xwarinê ya Cîhanî, Neteweyên Yekbûyî di dawiya sala 2019an de, ango berî belavbûna korona û sepandina sizayên sîzer, hejmara wan kesên ku gefa nemana xwarinê li ser wan hebû, 7 milyon û 900 hezar kes bûn, lê di Gulana îsal de, hejmar heta 9 milyon û 300 bezar kes bilind bû, ew jî bi sedema bilindbûna nirxên pêdewistiyan û belavbûna nexweşiyê.

Berdevka Rêxistina Xwarinê ya Cîhanî Elisabeth Byrs jî diyar kir ku li Sûriyê di heyama 6 mehan de 1,4 milyon kes bo sivîlên nemana xwarinê li ser wan heye zêde bû.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, beşê herî zêde ji xelkê Sûriyê, di hejariyê de dijîn û nirx du qatan ji sala derbasbûyî bilindtir bûne.

Di heman demê de li herêmên di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de ne krîza sotemeniyê heye û rêveberiya Şamê jî wêranbûna rewşa aborî bi sizayên Amerîkayê ve girê dide.

Ji bilî hejariyê û krîza mirovî, şerê 9 salan li Sûriyê bûye sedema mirina bêhtir ji 380 hezar kesî û koçberbûna bi milyonên kesan.