Li Ezaz, Idlib û Girê Spî teqîn: Kuştî û birîndar hene!

01-09-2018
RÛDAW
Nîşan Ezaz Idlib Girê Spî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navenda bajarê Ezazê motorsîkleteke bombekirî teqiya. Herwiha li bajarê Idlibê û herwiha navçeya Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê jî teqîn çêbûn. Di encamê de 3 kes hatin kuştin û 29 kes jî birîndar bûn.

 

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku îro roja Şemiyê berî nîvro motorsîkleteke mînkirî li navenda bajarê Ezazê teqiya ye.

 

Li gor heman çavkaniyan, teqîn nêzîkî baregehê hikûmeta demkî ya opozisyona Sûriyê û encûmena xwecihî ya Ezazê çêbûye û di encam de 3 kes mirine.

 

Heman çavkaniyan dan zanîn ku ji bilî 3ê kuştiyan, nêzîka 20 kesan jî birîndar bûne.

 

Bajarê Ezazê yê bakurê Helebê, li ser sînorê Bakurê Kurdistanê ye û di jêr desthilata hêzên Mertala Firatê yên ser bi Tirkiyê de ye.

 

 

Li Idlibê fermandarekî Tehrîr El-Şam birîndar bû

 

Li bajarokê Seraqib ê ser bi Idlibê jî teqînek dijî otomobîleke Tehrîr El-Şam çêbû û di encam de fermandarê rêxistina navborî Ehmed El-ŞêX Dîb birîndar bû.

 

Hevdem li bajarokê Dana yê bakurê Idlibê teqîneke din çêbû û di encam de 4 sivîl birîndar bûn.

 

Li gor çavkaniyên xwecihî heta niha ti aliyekî berpirsyariya xwe derbarê herdû teqînên parêzgeha Idlibê de nîşan nedaye.

 

Piştî dosya Idlibê di Temûza borî de ket rojevê, zincîrek teqîn û kiryarên xwekujî û kuştin li çend bajar û bajarokên parêzgeha Idlibê dijî fermandarên grûpên radîkal qewimîn û çendîn kes hatin kuştin.

 

 

Li bajarokê Silûkê yê Girê Sipî teqîn: 4 kes birîndar bûn

 

Li bajarokê Silûkê yê ser bi Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê bomeyeke veşartî di bermîleke zibil de teqiya û di encam de 3 karkerên paqijkirinê û endamekî ewlekariya navxweyî birîndar bûn.

 

Li gor çavkaniyên xwecihî kesên birîndar bo Nexweşxaneya Niştîmanî ya Girê Spî hatin veguhestin û li gor kadroyên pizîşkî rewşa du birîndaran nebaş e, lê rewşa ên din normal e.

 

Heman çavkanî dibêjin ku piştî teqînê, hêzên ewlekariya navxweyî dest bi lêkolînê kirin û heta niha ti zanyariyên zêdetir derbarê teqîna bajarokê Silûkê de nehatine belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst