Ehmed Toma: Di pirsa destûra Sûriyê de pêşketin hene

01-08-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Sûriye Opozisyona Sûriyê Ehmed Toma Destûr Idlib
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şanda Opozîsyona Sûriyê bo danûstandinên Astana-10 ji Rûdawê re ragihand, ku di pirsa destûra Sûriyê de pêşketin çê bûne. Ehmed Toma diyar kir, pirsa Idlibê jî yek ji çar mijarên danûstandinan bûye.

 

Ehmed Toma da xuyakirin, dê meha bihê komîteya nivîsandina destûra nû ya Sûriyê dest bi karên xwe bike.

 

Ehmed Toma herwiha da zanîn, ku di civînan de tekezî li ser berdana girtiyan û pirsa Idlibê hate kirin û bi pêwîst hate zanîn, ku xelkê li Idlibê dijîn werin parastin.

 

Toma wiha axivî: “Weke hun dizanin 4 pirsên bingehîn hatin gutûbêjkirin, weke mijara Idlib, prastina Idlibê û xelkê ku lê dijîn, doseya girtiyan û divê em xelkê piştrast bikin, ku dê beşek ji girtiyan bêne berdan, pirsa aştiyê û herweha komîteya destûr jî, dz bawerim pêşketin di pirsa destûr de çê bûye, de Mistura ragihand, ku dê ev komîte meha bê dest bi karên xwe bike. Herweha pirsa çarem jî, girêdayî vegera penaberan bo ser malên xwe bû û ez ne bawerim dê pêwîstiya vê mijarê bi danûstandineke berfireh hebe.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst