Di şerê Sûriyê de çend balafirên şer ên Rûsya ketine xwarê?

01-08-2016
RÛDAW
Îro jî balafirên şer ên Rûsya li Sûriyê kete xwarê
Îro jî balafirên şer ên Rûsya li Sûriyê kete xwarê
Nîşan Sûriye Şer Rûsya Balafir Helîkopter
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Îro li parêzgeha Îdlibê helîkoptereke Rûsya kete xwarê û 5 kes hatin kuştin. Heta niha di şerê navxweyî yê Sûriyê de çendîn helîkopter û balafirên şer ên Rûsya ketine xwarê.

 

Rûsya dibêje, wê helîkopterê alîkariyên mirovî digihandin Helebê û li ser asmanê Îdlibê rastî êrîşê hate û ket.

 

Li Gor gotina berpirsên Rûsî, ew helîkopter vedigeriya navenda Himêmîm li Lazqiyê û opozisyon jî dibêje, wê helîkopterê navçeyên Helebê bombebaran dikir.

 

  • 1- Di roja 24.11.2014an de balafira Sukhoi li ser sînorê Tirkiyê kete xwarê û ji ber wê yekê jî alozî di pêwendiyên navbera Tirkiyê û Rûsya de derketin.

  • 2- Di 24.11.2014an de 2 helîkopter ketin xwarê ku bo alîkariya pîlotên balafira Sukhoi çûbûnê cihê ku ew balafir lê ketibû.

  • 3- Roja 12.04.2015 helîkopterek li nêzîkî Himsê kete xwarê.

  • 4- Di 24.05.2016an de 4 helîkopterên Artêşa Rûsya û 20 kamyonên leşkerî hatin têkbirin.

  • 5- helîkopterek Rûsya li Tedmûrê ket xwarê û 2 pîlot hatin kuştin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst