SÛRIYE – Hêzên Tirkiyeyê li Deriyê Ebû Zendînê hatin bicihkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Tirkiyeyê li Deriyê Ebû Zendînê yê di navbera herêmên di kontola mixalefetê û Hikûmeta Sûriyeyê de hatin bicihkirin.

Li gorî agahiyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji çavkaniyên cihî wergirtine, hêzên Tirkiyeyê doh bi zirxpoşan li deriyê Ebû Zendînê hatine bicihkirin.

Deriyê Ebû Zendînê li nêzîkî bajarê Babê yê li bakurrojhilatê Helebê hatibû vekirin.

Piştî vekirina derî hinek şêniyên herêmê civiyabûn û wan ev yek protesto kiribû.

Heman çavkaniyên ragihand ku hêzên Tirkiyeyê bi armanca rêlibergirtin û qedexekirina protestoyan li vî deriyî hatine danîn.