Netewên Yekbûyî: 13.4 milyon kes li Sûriye pêwîstiya wan bi alîkariya mirovî heye

01-07-2022
RÛDAW
Nîşan Netewên Yekbûyî Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî di raporeke salane de radigihîne di sala 2021ê de 13 milyon û 400 hezar kes li Sûriyê pêwîstiyan wan bi alîkariya mirovî hebû û bo alîkariya wan daxwaza 4 milyar û 22 milyon dolar tê kirin.

Roja pêncşemê 30 Hezîrana 2022ê nivîsîngeha Neteweyên Yekbûyî bo hevahengiyên karûbarên mirovî raporeke salane ya sendoqa mirovî ya Sûriye, k user bi rêxistina Neteweyên Yekbûyî ve bo sala 2021ê bilav kiriye, û tê de amaje bi wê yekê daye bo alîkariya lêqewimiyên Sûriye ku pêwîstiya wan bi 4 milyar û 22 milyon dolar heye.

Welatên endam di wê rêxistinê de wata ew welatên ku alîkariyên darayî dibexşin wê rêxistinê bi awayekî sereke ev in: Belcîka, Keneda, Danîmark, Almanya, Aicland, Îtalya, Japon, Korya Başûr, Loksemborg, Holenda, Nerwîc, Ispanya, Swêd, Swîsra û Brîtanya.

Herwiha wan welatan di sala 2021ê de 66.2 milyon dolar wek alîkarî pêşkêşî xelkê Sûriyê kiribûn.

Li gor sendoqa mirovî ya Sûriye di sala 13.4 milyon kes li wî welatî pêwîstiya wan bi alîkariya mirovî hebû. Ev jî di demekê de ye di sala 2020ê de hejmar 11.1 milyon kes bû.

Ajansa ser bi Neteweyên Yekbûyî bilindbûna wê hejmarê jî li çend sedemean vedigerîne ji wan jî: Krîza aborî, bandora korona, jidestdana berhemê xorakê, giranbûna lêçûya çandiniyê, sotemenî, kêmbûna avê û guherîna keşûhewayê, şerê 10 salên navxwe yê wî welatî wiha kiriye rewş xirabtir bibe.

Krîza Asayîşa Xorakê

Sendoqaq mirovî bo  Sûriye amajeyê bi wê yekê dike, di meha Kanûna 2020ê de heta kanûna sala 2021ê lêçûya sebeta xorakê bo her malbatekê bi giştî ji sedê 97 bilind bûye. Ev jî we lev rêxistin dibêje ji sala 2013ê ve ev bilindtirîn aste ku rêxistinê tomar kiriye.

Li beşekî din ê raporê behsa daketina nirxê lîreyê Sûrî dike û dibêje di sala 2021ê de dirava Sûriye bi rêjeya ji sedî 12 bihaya xwe ji dest daye. Bi awayekî di meha kanûna par de her 3 hezar û 543 lîreyên Sûrî beramberî 1 dolarê Amerîkî danûstandin li mgel hatiye kirin. Ev jî wek ew dibêje ji ber bilindbûna nirxên tiştên hawirdekirî û sînordarkirina şiyana kirrîna xelkê bo pêdiviyên rojane.

Bedxorakî

Li gel kêmbûna asayîşa xorakê ajansa ser bi Neteweyên Yekbûyî amajeyê bi wê yekê dide, rêjeya bedxorakiyê jî bi awayekî hevtriîb zêde bûye. Bi awayekî li gor ajansê di sala 2021ê de 4.9 milyon dayik û zarok li seranserê Sûriye pêwîstiya wan bi alîkariya bilez a xorakê heye.

Dibêje jî pîverê rêxistina bedxorakiya tund a cîhanî di heman sale de ji 531 hezar bo 553 hezar bilind bûye. Herwiha hejmara wan zarokên ku temenê wan di bin 5 salan de ye û tûşî berdxorakiyê bûne ji 173 hezaran bo 245 hezar zarok bilind bûye.

Ji xeynî vê jî 265 hezar jinên dugiyan û şîrder wata ew jinên zarokên şîrxor hene tûşî bedxorakiyê bûne.

Herwiha derbarê dermanê pêwîst ev rêxistin dibêje tenê ji sedî20ê dermanê pêwîst hatiye dabînkirin û dibêje jî heta Çileya 2021ê tenê ji sedî 5ê nîştecîhên Sûriye vaksîna koronayê wergirtine.

Krîza avê

Sendoqa mirovî bo Sûriye di rapora xwe de amajeyê bi wê yekê didie, di Gulana 2021ê de rewşa mirovî li bakurê rojhilatê Heleb, Dêre Zor, Heseke û Reqa ji ber kêmbûna rêjeya avê xirab bûye. Sedem jî li kêmbûna ava Firat û kêmbûna ava bîran vedigere. Ji xeynî vê jî kêmbûna rêjeya baran û hişkesaliyê di demsala yekem a sale de xelkê navçeyê tengav kiribûn.

Hevdem behsa çend projeyên avdanê dike wek ew dibêje bi rawestandina wan hêjî rewş dijwartir bûye. Ji wan rawestandina demkî ya wêstegha Ellok ku ava xwarinê bo 500 hezar kes li bajarê Heseke û navçeyên derdorê dabîn dike.

Koçber û veger

Li gor raporê di sala 2021ê de hejmara koçberên Sûriye ji 6,900,000 bo 6,700,000 bilind bûye, dibêje jî di dema navbera çileya heta Tebaxê, 346,995 Koçberên nû hatine tomarkirin, wek ew dibêje pişka şêr ber bi bajarên Heleb, Idlib û Deraa dikeve.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst