Balafira şer xistin xwarê û pîlot dîl girtin

01-07-2016
RÛDAW
Nîşan Sûriye Balafira şer Pîlot Artêşa Îslamê
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Çekdarên Artêşa Îslamê ku ser bi Dijbereya Sûriyê ve ye, balafireke şer a Sûriyê li bakur-rojhilatê Şam a paytexta wî welatî xistin xwarê û pîlotê wê jî êxsîr kirin.

 

Îro înê balafireke şer a Artêşa Sûriyê li bakurê rojhilata bajarê Şamê kete xwarê.

 

Koma çekdarî ya bi navê Artêşa Îslamê ragihand, ku çekdarên wê komê balafira şer a Sûriyê kirine armanc û xistine xwarê.

 

Artêşa Îslamê herwiha daye xuyakirin, ku pîlotê wê balafirê bi saxî ketiye destê çekdarên wan û niha li cem wan êxsîr e.

 

Wê koma çekdar a girêdayî dijbereyê ti zanyarî derbarî çawaniya xistina wê balafira Sûriyê û core çeka ku bo xistina wê hatiye bikarbirin, neda.

 

Medyaya fermî ya Hikûmeta Sûriyê jî derbarê ketina wê balafirê de agihandiye, ku balafir ji ber kêmasî û şaşiyên teknîkî ketiye û red kir, ku balafir ji aliyê komên çekdar ên ser bi dijbereyê ve bibe armanc û hatibe xistin.

 

Li gorî medyayên nêzîkî Hikûmeta Sûriyê jî hêzên ewlehiyê yên wî welatî operasyoneke lêgerînê bo dîtine pîlotê wê balafirê dest pê kirine.

 

Ji destpêka îsal ve ev cara duyemîn e ku balafireke şer a Sûriyê ji aliyê çekdarên dijbereyê ve tên xistin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst