Îsraîlê Balyozxaneya Îranê ya Şamê bombebaran kir: Kuştî hene

Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê Balyozxaneya Îranê ya Şamê bombebaran kir û tê gotin ku kuştî hene.

Li gorî agahiyan, îro êvarî Îsraîlê avahiya Balyozxaneya Îranê ya Şamê bombebaran kir û avahî bi temamî hatiye rûxandin.

Ajansa nûçeyan a Îranê Tesnimê jî diyar kir ku di encama êrişê de 5 kes hatine kuştin.

Lê hinek çavkaniyên xwecihî diyar kir ku 8 berpirsên pilebilind ên Îranî, di nav de Mihemed Riza Zahidî hatiye kuştin.

Mihemed Riza Zahidî fermandarê Hêza Qudisê yê li Lubnan û Sûriyeyê ye.

Li cihê ku teqîn çêbûye dûmaneke bilind rabû.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî piştrast kir ku di êrişa Îsraîlê ya li ser avahiya Balyozxaneya Îranê ya Şamê de, fermandarên pilebilind û şêwirmendên Îranê û 5 pasdarên Îranê hatine kuştin.

Şeva borî jî navçeyeke nêzîkî Şamê rastî êrişeke asmanî ya balafirên Îsraîlê hatibû.

Ew cihê ku hatiye bombebarankirin li navçeya Dîmasê ya Şamê baregeheke leşkerî bû.