Artêşa Sûriyê çend navçeyên Laziqiye kontrol kirin


Hewlêr (Rûdaw)- Televizyona fermî ya Sûriyê ragihand ku hêzên Sûriyê navenda 45 ya stratejîk li bakurê parêzgeha Laziqiye ji bin destê hêzên opozîsyonê derxist û xist bin kontrola xwe.

Li gor televizyona fermî ya Sûriyê, navenda 45 a ku hemû navçeyên derdora xwe kontrol dike û girîngiyeke wê ya startejîk heye li navçeyê, niha di bin kontrola hêzên rejîmê de ye. Lê heta niha hêzên opozîsyonê ev yek piştrast nekirine.

Televizyonê çend wêne belav kirin û got ku ew wêneyên kuştiyên hêzên opozîsyonê ye yên di şerê li navenda 45 de hatine kuştin û tê de cenazeyên çend kesên ku riheke dirêj berdane, derdikevin.

Di 21ê adarê de çend grûpên îslamî yên opozîsyona Sûriyê ku di nav de Cebhet el-Nusra jî heye, êrîşî navçeyên li bakurê parêzgeha Laziqiye kirin û karîn dest danin ser deriyê Keseb ê sînorî di navbera Sûriyê Û Tirkiyê de û herwiha çend gund û bajarokê Kesebê yê ku piraniya xelkê wê Ermenî ne, kontrol kirin.

Hêzên opozîsyona Sûriyê karîn wek cara yekem xwe bigihînin deryaya Spî, hikûmeta Sûriyê jî li hember vê êrîşa ji nişka de matmayî ma.

Duh jî wezîrê ragihandinê yê Sûriyê Umran el-Zuhbî êrîşî Tirkiyê kir û got ku “Tirkiyê çekdarên biyanî di rêya sînorê re dişîne Sûriyê ji bo ku li parêzgeha Laziqiye şerê hêzên Artêşa Sûriyê bikin”.

Piştî çend saetan ji daxuyaniya el-Zuhbî, Artêşa Tirkiyê ragihand ku topxaneyên wê çend navçeyên li nav xaka Sûriyê topbaran kirin, wek bersiveke li ser avêtina roketekê ji aliyê Sûriyê de ku li mizgefta gundekî Tirkiyê yê li ser sînor ket û di encam de penabereke Sûriyê birîndar bû.

Duh waliyê Hatayê jî got ku 3 hawen li xaka Tirkiyê ketin bê ku ti ziyanên wê hebin û Artêşa Tirkiyê jî bersiva wan da.

Li gor amarên Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê ku navenda wê li Londonê ye, ji destpêka şerê vê dawiyê li parêzgeha Laziqiye de, zêdetirî hezar kes ji her du aliyan de hatine kuştin , ji wan 194 leşker û 27 efserên Artêşa Sûriyê ne. herwiha 128 çekdarên opozîsyonê jî hatine kuştin û di nav wan de 56 çekdarên biyanî hene.