Hewlêr (Rûdaw) - Li Şama paytexta Sûriyeyê di roja yekem sala nû de qerebalixiya welatiyan li ser cade û kolanan diyar dibe.
Piştî rûxîna rejîma Beşar Esed, niha xelkê Sûriyeyê bi azadî û bêyî tirs bi hêviya derbasbûna saleke nû ya xweş e.
Welatiya Sûriyeyî Ebîr Himsiyê got:
“Em dixwazin vegerin wê serdema ku berê em tê de bûn, dema ku xelkê ji hev hez dikir û bi hev re di Remezan û Christmasan de aheng li dar dixistin.
Divê êdî ti herêm li ti kesî neyên qedexekirin û rewş roj bi roj çêtir bibe.”
Piştî 14 salên şer û êşan, xelkê Sûriyeyê niha bi hêviya avakirina Sûriyeyeke demokratîk û azad e ku tê de yasa û dadperwerî serdest bin.
Ebdulrehman Hebîbê ku xelkê Dêrezorê ye, çûye Şamê da ku li şopa kesûkarên xwe yên winda bigere.
Ew ne tenê li pey kesûkarên xwe ye, her wiha hêvî dike ku di paşerojê de hemû pêkhateyên Sûriyeyê di aramiyê de bijîn.
“Ewlehî û aramî bi cih bibin”
Ebdulrehman Hebîb ji Rûdawê re anî ziman:
“Em hêvîdar in di sala nû de rewşa me baştir bibe, ewlehî û aramî bi cih bibin û Xwedayê Mezin piştgiriya Îslamê û Misilmanan bike.
Her wiha em bi hêvî ne ku aştî li tevahiya cîhana Erebî belav bibe.”
Çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an ketin Şamê, Esed reviya û xelkê Sûriyeyê daketin ser cade û kolanan û ahengên azadî û serkeftinê li dar xistin.
Niha hemû bi hêvî ne ku li welatekî azad û aram bijîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse