Li Sûriyeyê pirsgirêkên Elewiyan çi ne û çi dixwazin?

01-01-2025
RÛDAW
Nîşan Elewî Sûriye Xwepêşandan HTŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku desthilata 53 salî ya Hafiz Esed û malbata wî li Sûriyeyê bi dawî bû, tirsa ji paşerojê li nav Elewiyan belav bû.

Piştî rûxîna Partiya Beisê ya li Sûriyeyê, Elewiyan dest bi lidarxistina xwepêşandanan kir.

Li hinek deveran piştî îdiayên ku cihên Elewiyan hatine şewitandin, êriş li ser hêzên rêveberiya nû hatin kirin.

Rêveberiya nû li gelek deveran qedexeya derketina derve îlan kir.

Sedemên pirsgirêka di navbera Elewiyan û HTŞyê de çi ne?

Elewî ji ber ku Beşar Esed jî ji mezheba wan bû, bi piranî piştgirên hikûmeta wî bûn.

Di heman demê de gelek Elewî û ciwanên wan di artêş û hêzên ewlehiyê yên rejîma Esed de cih girtibûn.

Şewitandina goristanên Elewiyan

Piştî ketina deshilata Esed, 7ê Kanûna Pêşîn û rûxandina rejîmê, 25ê Kanûna Pêşîn, li gelek bajarên Sûriyeyê Elewî derketin kolanan û kaoseke nû li welêt derket.

Konseya Rizgariya Sûriyeyê (hêzên şerê rejîmê kiriye wan ev nav li xwe kiriye) ji ber xwepêşandanan li Himsê qedexeya derketina derve ragihand.

Wezareta Karên Navxwe a hikûmeta veguhastinê daxuyaniyek da û got, "Hêzên me rastî êrişan hatin û li wê derê kuştî û birîndar çêbûn."

Li gorî çavkaniyên herêmî, piştî ku piştgirên Konseya Rizgariya Sûriyeyê êrişî Meqbera Şêx Hesen a li Himsê kirin, Elewî li bajarên Hama, Hims, Tertûs û Qerdehayê yên Laziqiyê xwenîşandan li dar xistin.

Li gorî çavkaniyan xwecihî di bûyerê de 5 xebatkarên meqbereyê canê xwe ji dest da.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku li navenda Himsê, piştî ku "hêzên ewlehiyê ji bo belawkirina xwenîşanderan gule berdan", xwenîşanderek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Ji bo kontrolkirina rewşê, gelek yekîneyên leşkerî şandin Himsê ku niha di bin kontrola Konseya Rizgariya Sûriyeyê de ye, hatin şandin.

Pirsgirêka bingehîn çi ye?

Her çiqas tê xuyan ku aloziya di navbera Elewiyan û Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) de, ji cudahiyên mezhebî ye lê sedema bingehîn têkildarî pirsgirêkên ewlehiyê ye.

Dîmenên êrişa li gora Şêxê Elewî Ebû Ebdullah Hesîbî yê Helebê li platformên medyaya civakî bi lez belav bûn.

Wezîrê Ragihandinê yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Mihemed Ebdullah destnîşan kir ku ev dîmen kevn in.

Wezareta Karên Hundir jî ragihand ku ev dîmen ji dema rizgarkirina Helebê ve mane.

25ê Kanûna Pêşîn li gundekî Tertûsê, di kemîna ku hêzên çekdar ên ji rejîma kevin mayî danîbûn de 14 polîsên rêveberiya nû ya Sûriyeyê hatin kuştin.

SOHR: Fermana îdamkirina rayedarên leşkerî hat dayîn

Rêveberê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman ji Rûdawê re ragihand ku rêveberê dadgeha leşkerî fermana îdamkirina gelek rayedarên li zîndanên Laziqiye û Tertûsê daye.

Ebdulrehman diyar kir ku ev ferman piştî kuştina 14 endamên hêzên hikûmeta veguhêz hatiye dayîn.

Şerê ku li rojavayê Sûriyeyê dest pê kiriye wekî operasyoneke ji bo tunekirina bermayiyên hikûmeta Esed tê zanîn û bi taybetî li ser sînorên Tertûs û Laziqiyeyê zêde dibe.

3 leşkerên desthilata Esed di pevçûnan de hatin kuştin.

HTŞyê ragihand ku "ev operasyoneke ji bo dabînkirina ewlehî û hevjiyana aştiyane ye."

Şêwirmendê berê yê şandeya danûstandinan: Elewî di nav tirsê de ne

Şêwirmendê berê yê şandeya danûstandinên mixalefeta Sûriyeyê ya li Cinêvê Îsa Îbrahîm ku bi xwe jî Elewî ye ji Rûdawê re ragihand ku ew ji rewşa heyî ya li herêmên Elewiyên Sûriyeyê nîgeran e.

Îsa Îbrahîm diyar ku dîmenên li ser torên medyaya civakî belav dibin rast in û got:

“Ev kiryarên ku nayê zanîn kî li pişt wan e, li gelek qadan bûne sedema nerazîbûn û xwepêşandanên Elewiyaan.”

Piştî ku belavbûna vîdeoya ku tê de mezargeheke Elewiyan ji aliyê çekdarên HTŞyê ve tê şewitandin, li Hema, Hims, Laziqiye û Tertûsê xwepêşandan hatin kirin.

Îsa Îbrahîm got ku wek hemû Sûriyeyiyan, li Elewîiyan jî piştî revîna Beşar Esed tirs peyda bûye û wiha domand:

“Esed ne ji bo ku konseyeke leşkerî yan hikûmeteke veguhêz were avakirin, ji bo wêrankirinê welat terk kir.

Piştî çûyina Esed, hikûmeta nû ya ku hat Sûriyeyê, her çiqas niyeta wê baş be jî xwedî şiyan û mirovên pêwîst nîne.

Talankirina, dizî û binpêkirina mafan a ji aliyê komên çekdar ên bêkontrol ên di nav de, li ba gelek Sûriyeyiyan, di nav de Elewî jî, tirs û endîşeyan peyda dike.”

"Elewî bedela tawanên Esed didin"

Şirovekarê Siyasî û Rêveberê Enstîtuya Lêkolînê ya Gnosisê ya li Londonê Ammar Weqaf nîgeraniya xwe ya li ser rewşa Elewiyên Sûriyeyî nîşan da û got:

“Tevî ku Elewiyên Sûriyeyî ji zilma rejîma berê ne bêrî bûn jî niha ji kiryarên rejîma Esed wekî  berpirsyar tên dîtin."

"Daxuyaniyên rêveberiya nû ya Şamê rastiyê nabêjin"

Waqaf rewşa heyî ya Sûriyeyê wiha nirxand:

"Daxuyaniyên rêveberiya nû ya Şamê ku dibêje 'Sûriye ya her kesî ye û dê ti komên olî nebin hedef', rewşa rastîn nîşan nade.

Ev daxuyanî li gel pêşketinên li cîhanê dikevin nakokiyê."

"Êriş ji aliyê komên din ve tên kirin"

Li gorî daxuyaniya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Şamê, nûnerê îdareya Biden Robinstein ji Şeybanî re got ku divê êrişên li ser civakên Sûriyeyê bi dawî bibin.

Şeybanî jî got ku îdareya nû ya Sûriyeyê li dijî tundiyê ye û piraniya binpêkirinan, ne ji aliyê Konseya Rizgariya Sûriyeyê ve lê ji aliyê komên çekdar ên din ve tên kirin.

Şeybanî ji şandeya Amerîkayê re diyar kir ku hikûmeta nû ya Sûriyeyê hewl dide ku hemû hêzên hundirîn ji nû ve organîze bike û wan di bin fermandariya Wezareta Parastina Sûriyeyê de bike yek.

Şandeya Amerîkayê hişyarî da Wezîrê Karên Derve yê nû yê Sûriyeyê ku divê ev binpêkirin di demeke zû de bên rawestandin.

Ji ber ku eger ev binpêkirin berdewam bikin, piştgirên berê yên Esed yan jî komên DAIŞê dê ji bo derxistina pevçûnên nû li Sûriyeyê derfetê bibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst