Berhem Salih û Adil Ebdulmehdî garantî dane Amerîkayê

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, derbarê rewşa li wî welatî û êrişa li ser balyozxaneya Amerîkayê, peywendiyên telefonî  li gel serkirdeyên Iraqê encam dan.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê, Morgan Ortagus, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wezîrê derve yê wî welatî Mike Pompeo, peywendiyên telefonî li gel Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokwezîrê Karbirêkerê Iraqê Adil Ebdulmehdî encam dane.

Di wê daxuyaniyê de, amaje bi hebûna Îranê ya li Iraqê hatiye kirin û hatiye gotin ku Pompeo, di wan peywedniyên telefon de amaje bi piştevaniya bo Iraqeke serbixwe û serwer kiriye û herwiha tekez jî kiriye ku ew dê hemwelatiyên xwe yên li wî welatî li hembeî her êrişekê biparêzin.

Herwiha hatiye gotin ku Berhem Salih û Adil Ebdulmehdî jî garantiya parastina karmend, hemwelatî û binkeyên Amerîkayê dane li Iraqê û berpirsyariya pêwîst li xwe girtine.

Piştî êrîşa ser binkeya serbazî ya K1 a li Kerkûkê û herwiha piştî ku Amerîkayê êrîşî ser binke û baregehên grûpên ser bi Heşda Şeibî ve kir, alîgirên Heşda Şeibî îro Sêşemê êrîş birin ser avahiya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê.