Hêzên Dije Teror: Piştî demek kurt li ber deriyê Mûsilê ne

31-10-2016
RÛDAW
Nîşan Şerê_Mûsilê Artêşa Iraqê
A+ A-

Mûsil (Rûdaw) – Hêzên ewlekariya Iraqê, di çarçoveya operasyona Mûsilê de, îro ji 3 eniyên bakûr, başûr û rojhilatê Mûsilê ve, berbi navenda bajêr dest bi êrîşê kirin.

 

Şaneya Ragihandina Şer a hikûmeta Iraqê bi daxuyaniyekî ragihand: “Demjimêr 06:30ê roja dûşemê 31/10/2016, hêzên ewlekariyê ji milê Bertile, Tehrawe û Elî Reşê ve dest bi operasyoneke berfireh kirine.”

 

Li gorî daxuyaniyê hêzên Dije Teror, Firqeya 9ê Zirxpoş, Lîwaya 3 û Firqeya 16 a Piyade ya Artêşa Iraqê di operasyonê de cîh digrin.

 

Hate gotin ku hêzên ıraqî gundê Tilyabis kontrol kirine.

 

Fermandarê Hêzên Dije Teror ê Iraqê General Ebdulxenî Esedî ji Rûdawê re got: “Hêzên me pêş ve diçin. Gundê Bezwaya hatiye dorpêçkirin. Bi giştî hêzên me pêş ve diçin, piştî çend demjimêrekî emê xwe bigihînin ber deriyê bajarê Mûsilê.”

 

Esedî ragihand ku ji bilî hêzên ıraqî ti hêzeke din di operasyonê de nîne û da zanîn ku li eniya Bakûrê Mûsilê jî tenê hêzên Heşda Nîştîmanî hene.

 

Esedî da zanîn ku ligel Hêzên Pêşmerge xwedan armanceke hevbeş in û di operasyonê de jî piştgiriyê didin hev û got: “Pêşmerge erkê xwe bicîh anî. Niha ew sekinîne û em pêşve diçin.”

 

Roja 17ê Cotmehê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi fermî ragihand ku operasyona rizgarkirina Mûsilê dest pê kiriye. Heta niha Hêzên Pêşmerge û hêzên ewlekariya Iraqê gelek navçe û gındên derdora Mûsilê kontrol kirine.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst