8 navendên DAIŞê ku çekdar tê de bûn hatin wêrankirin

Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên ewlehiyê yên Iraqê 8 navendên leşkerî yên DAIŞê li bakurê bajarê Rûmadî ya parêzgeha Enbarê wêran kirin.

Çavkaniyekê ji Ofîsa Ragihandina Parêzgeha Enbarê ji Rûdawê re ragihand: “Hêzên ewlehiyê yên ser bi Fermandehiya Operasyonên Enbarê bi hevahengî ligel balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li navçeyên Elbûziyab û Elbûfîrac li bakurê Rûmadî 8 navendên DAIŞê kirin armanca xwe û bi temamî wêran kirin.”

Wê çavkaniyê wiha got: “Hejmarek çekdarên DAIŞê ku di nava wan navendan de xwe veşartibûn, hatin kuştin û birîndarkirin.”

Ji 13ê Tîrmehê de, Wezareta Bergiriyê ya Iraqê bi beşdariya zêdetirî 10 hezar çekdaran ji Artêşa Iraqê û Hêza Heşdul Şeibî pêvajoya kontrolkirina parêzgeha Enbarê ragihandiye, lê heta niha hêzên Iraqê nikarîne wî bajêrî ji destê DAIŞê derxînin.