Biden ji Kazimî re: Em piştgiriya Iraqeke serbixwe û xwedî serwerî dikin

31-08-2022
RÛDAW
Nîşan Amerîka Iraq Mistefa Kazimî Joe Biden
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Joe Biden di peywendiyeke bi telefonê ya bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de pesna hewlên ji bo aramkirina rewşê ya Kazimî da û diyar kir ku ew piştgiriya Iraqeke serbixwe û xwedî serwerî dikin.

Ofîsa ragihandinê ya Serokwezîrtiya Iraqê roja 31ê Tebaxa 2022an Serokê Amerîkayê Joe Biden bi telefonê bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re axivî û piştevaniya welatê xwe bo Iraqeke serbixwe û serwer nîşan da û pesnê rola hêzên ewlehiyê yên Iraqê da.

Li gorî daxuyaniyê, Biden bang li serkirdeyên Iraqî kir ku dest bi diyalogeke niştimanî bikin.

Peywendiya telefonî ya di navbera Biden û Kazimî de du rojan piştî 29ê Tebaxê hat ku li Bexdayê şer û pevçûn derketin û di encamê de 30 kes hatin kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Çi bibû?

Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr bi peyamekê ragihand ku ew bi tevahî dest ji siyasetê berdide.

Piştî ragihandina peyamê, alîgirên Sedr yekser daketin kolanên Bexdayê û ber bi Herêma Kesk ve birêketin.

Xwepêşanderên alîgirên Sedr dîwarên betonî yên li dora Herêma Kesk derbas kirin û bi ser Koşka Komarî de girtin. Hêzên ewlehiyê yên Iraqê ji bo belavkirina xwepêşanderên alîgirên Sedr bi ava şid û gaza rondikrêj destwerdan kirin û di navbera her du aliyan de alozî derketin.

Pişt re di navbera alîgirên Sedr û komên alîgirên Îranê de li Herêma Kesk a Bexdayê de şer û pevçûn derketin.

Her du aliyan şeva 29ê Tebaxa 2022an çekên giran û sivik li dijî hev bi kar anîn. Di dîmenan de xuya kir ku çekên wek hawan û RPG jî hatine bikarnîn.

Di şer û pevçûnan de gelek kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn. Roja Sêşema 30ê Tebaxa 2022an çavkaniyekî ji Wezareta Tendirustiya Iraqê ji nûçegihanê Rûdawê yê li Bexdayê Helkewt Ezîz re ragihand, ji ber şer û pevçûnên li Bexdayê di navbera alîgirên Sedr û hêzên ewlehiyê, 25 kesan canê xwe ji dest dane û 380 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst