Çend serkirdeyên Nesir, Falih Feyaz kirin namzedê serokwezîriyê

Bexda (Rûdaw) - Hejmarek ji serkirdeyên Hevpeymaniya Nesr a bi serokatiya Heyder Ebadî, Falih Feyaz ji bo posta serokwezîriya hikûmeta nû ya Iraqê kirin namzed.

 

Di daxuyaniyekê de hejmarek ji serkirdeyên Hevpeymaniya Nesir ragihandin ku "baweriya wan bi şiyanên Falih Feyaz ji bo birêvebirina hikûmeta nû tê ku ew jî xwedî bingeheke cemawerî ya gelekî mezin e".

 

Ev daxuyanî di demekêde tê kû duh pêncşemê, Serokwezîrê Iraqê bi biryarekê, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Falih Feyaz ji kar dûr xist.

 

Falih Feyaz herwiha berpirsê Desteya Heşda Şeibî û Dezgeha Asayişa Niştimanî ya Iraqê jî bû, ku li gorî biryara Ebadî, ew ji wan herdu postan jî hatiye dûrxistin.

 

Dîwana Serokatiya Encûmena Wezîran a Iraqê derbarê sedema dûrxistina Falih Feyaz de ragihandiye: “Ji ber beşdarbûna Falih Feyaz di karên siyasî û partî de û daxwaza pêşketina di karûbarên siyasî de ku dijî berpirsyariya leşkerî ya hestiyar e, ji karên xwe hat dûrxistin.”

 

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku “biryar li gor yasayeke destûra Iraqê ye, ku bêalîbûna hêzên ewlehiyê, yasaya Heşda Şeibî û rêkarên ku nahêlin serkirdeyên leşkerî beşdarî çalakiyên partiyan bibin e”.

 

Îro jî Hevpeymaniya Fetih biryara Heyder Ebadî ya derbarê dûrxistina Falih Feyaz ji postê wî yê hikûmî wek biryareke neyasayî û berevajî destûrê pênase kir û Ebadî bi wê yekê tohmetbar kir ku li gor berjewendiyên xwe yên şexsî ligel dezgehên ewlekariyê tevdigere.

 

Hevpeymaniya Fetih di daxuyaniyekê de dibêje, derxistina biryara dûrxistina Falih Feyaz ji serokatiya Desteya Heşda Şabî, Dezgeha Asayîşa Niştimanî û Rawêjkarê Asayîşa Niştimanî destpêşxeriyeke metirsîdar e bo têkelkirina Heşda Şabî û dezgehên ewlekariyê di nav milmilaneya siyasî de û wek biryareke neyasayî binav dike.

 

Di daxuyaniya xwe de, Hevpeymaniya Fetih herwiha tekez dike, ku bi ti awayekî nayê qebûlkirin Serokê Hevpeymaniya Nesir û Serokwezîrê dembiserçûyî biryara dûrxistina berpirsekî payebilind ê ewlekariyê derbixe ku serpereştiya girîngtirîn dezgehê ewlekariyê dike.