Fetih: Dûrxistina Falih Feyaz destpêşxeriyeke metirsîdar e

Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniya Fetih a bi serokatiya Hadî Amirî, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi wê yekê tohmetbar kir, ku li gor berjewendiyên xwe yên şexsî ligel dezgehên ewlekariyê tevdigere.

 

Hevpeymaniya Fetih a bi serokatiya Hadî Amirî, biryara Serokwezîr û Fermandarê Giştî yên Hêzên Çekdar ên Iraqê ya derbarê dûrxistina Falih Feyaz ji postê wî yê hikûmî wek biryareke neyasayî û berevajiya destûrê pênase kir û Ebadî bi wê yekê tohmetbar kir ku li gor berjewendiyên xwe yên şexsî ligel dezgehên ewlekariyê tevdigere.

 

Hevpeymaniya Fetih di daxuyaniyekê de dibêje, derxistina biryara dûrxistina Falih Feyaz ji serokatiya Desteya Heşda Şabî, Dezgeha Asayîşa Niştimanî û Rawêjkarê Asayîşa Niştimanî destpêşxeriyeke metirsîdar e bo têkelkirina Heşda Şabî û dezgehên ewlekariyê di nav milmilaneya siyasî de û wek biryareke neyasayî binav dike.

 

Di daxuyaniya xwe de, Hevpeymaniya Fetih herwiha tekez dike, ku bi ti awayekî nayê qebûlkirin Serokê Hevpeymaniya Nesir û Serokwezîrê dembiserçûyî biryara dûrxistina berpirsekî payebilind ê ewlekariyê derbixe ku serpereştiya girîngtirîn dezgehê ewlekariyê dike.

 

Doh pêncşemiyê, Serokwezîrê Iraqê bi biryarekê, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Falih Feyaz ji kar dûr xist.

 

Falih Feyaz herwiha berpirsê Desteya Heşda Şeibî û Dezgeha Asayişa Niştimanî ya Iraqê jî bû, ku li gorî biryara Ebadî, ew ji wan herdu postan jî hatiye dêrxistin.

 

Dîwana Serokatiya Encûmena Wezîran a Iraqê derbarê sedema dûrxistina Falih Feyaz de ragihandiye: “Ji ber beşdarbûna Falih Feyaz di karên siyasî û partî de û daxwaza pêşketina di karûbarên siyasî de ku dijî berpirsyariya leşkerî ya hestiyar e, ji karên xwe hat dûrxistin.”

 

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku “biryar li gor yasayeke destûra Iraqê ye, ku bêalîbûna hêzên ewlehiyê, yasaya Heşda Şeibî û rêkarên ku nahêlin serkirdeyên leşkerî beşdarî çalakiyên partiyan bibin e”.