DAIŞê tol hilda – 4 milîsên şîe bi saxî şewitandin!

31-08-2015
RÛDAW
Nîşan DAIŞ Heşda Şeibî Iraq Ebû Îzraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên DAIŞê 4 çekdarên ser bi milîsên şîe ve hilawîstin û piştre bi saxî agir berda wan û ew şewitandin.

 

Ofîsa Ragihandina Wîlayeta Enbar a rêxistina DAIŞê vîdeoyek nû belav kir ku  tê de tê nîşandan, 4 çekdarên ser bi milîsên şîe yên Heşda Şeibî hatine hilawsîtin û piştre agir bi bedena wan tê berdan û tên şewitandin.

 

Rêxistina DAIŞê ev vîdeoya nû bi navnîşana, “Em dê wan ceza bikin her wek çawan we ceza kir”, belav kiriye. Ew yek jî wek amajedan bi şewitandina kesekî dîl ji aliyê efserekî milîsên Heşda Şeibî ve ku bi “Ebû Îzraîl” tê naskirin.

 

Di vê vîdeoyê de wiha xuya dibe, ku çekdarên DAIŞê 4 kesên dîl ku kincên bi rengên pirteqalî di ber wan de ye, li pêşberî televizyonekê danîne û dîmenên hilawîstin, agirbedan û şewitandina kesekî bi destê milîsên şîe nîşanî wan didin.

 

Herwiha di vîdeoyê de xuya dibe, ew her 4 kesên dîl ji aliyê çekdaran ve tên hilawîstin û piştre bi awayekê gellek dirindane tên şewitandin.

 

Li gor agahiyên ji vê vîdeoyê, 3 kes ji wan birayên hev in û navê wan Macid, Hilal û Adil e û ser bi eşîra Xezalî ya li bajarê Necefê ne û kesê çaremîn jî navê wî Neîs Ebdullah Necm e û ji eşîra Kenan û akinciyê bajarê Babilê ye.

 

Çend roj berî niha vîdoyek hatibû belavkirin ku tê de dihat nîşandan, efserê Heşda Şeibî yê naskirî bi Ebû Îzraîl agir berdide cendekê kesekî dîlgirtî û piştî ku dişewite bedena wî bi şûr parçe parçe dike.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst