Muqteda Sedr: Di pêngava yekem de tevli rizgarkirina navçeya Kesk bibin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr xwepêşandanên alîgirên xwe yên li Parlamentoya Iraqê weke “şoreşeke aştiyane” bi nav kir û bang li hêzên ewlehiyê û gel kir ku piştgiriyê bidin “şoreşê”.

Ji pêr Înê ve alîgirên Muqteda Sedr li Bexdayê dest bi xwepêşandaneke mezin kirine û çûne nav avahiya parlamentoyê û avahî bi temamî kontrol kirine.

Muqteda Sedr îro Yekşembê 31ê Tîrmeha 2022an derbarê xwepêşandanên alîgirên xwe di du rojên derbasbûyî de peyamek li ser twitterê belav kir.

Sedr dibêje, “Ev şorişa xwerisk a niha ku navçeya Kesk azad kiriye, wek qonaxa yekem derfeteke zêrîn e û hêvîdarim ku jidestdana derfeta zêrîn a yekem a sala 2016 dubare nebe.”

Sala 2016an jî weke niha û ji bo nîşandana nerazîbûna xwe li bermaber gendeliyê û piştgiriya bo reformê, alîgirên Sedr derbasî nav avahiya parlamentoya Iraqê bûn.

Muqteda Sedr dibêje, “ev derfeteke din e bo dawîanîn bi sitem û gendelî û takrewiya desthilatê, herwiha derfet e ji bo guherîna bingehîn a sîstema siyasî û destûrî û hilbijartinan.”

Nûçegihanê Rûdawê li Bexdayê Mistefa Goran ragihand, piştî twîtta Muqteda Sedr xelk pêl pêl ber bi navçeya Kesk ve diçin û dixwazin tevlî refên xwepêşanderan bibin.

Rêberê Tevgera Sedr daxwaz ji hemû aliyan û bi taybet ên hêzên ewlehiyê, welatiyan û eşîrên Iraqê jî kir, ku piştgiriya şoreşgêran bikin bo reformê û got, “Eger we ev derfet ji dest da, gazinan ji min nekin.”