Eniya Erebî û Eniya Tirkmenî biryara Dadgeha Fedral a madeya 140 red dikin

31-07-2019
RÛDAW
Bereya Tirkmenî dibêje madeya 140 pirsa Kerkûkê çareser nake
Bereya Tirkmenî dibêje madeya 140 pirsa Kerkûkê çareser nake
Nîşan Kerkûk Kurdistan Ereb Tirkmen Iraq Dadgeha Federaliya Iraqê Madeya 140
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bereya Tirkmenî matmayîbûna xwe  bi biryareke Dadgeha Bilind a Iraqê nîşan dide û dibêjin ku madeya 140 pirsa Kerkûkê çareser nake.

 

Bereya Turkmanî ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, tevî ku dema cîbicîkriina madeya 140 heya 31 meha 12an sala 2007an bû, ew ecêb mayî mane ku Dadgeha Fedral gotî heya niha ew made destûrî ye û aktîv e û li gel wê yekî jî hewlên berdewam yên 4 salan bi dîtina çareseriyeke aştiyane bo Kerkûkê şikest aniye.

 

Bereya Tirkmenî tekez kir ku madeya 140 ya destûra Iraqê destûrî yan ne destûrî be pirsa kerkûkê çareser nake , lê çareserî divê bi tewafiq be ku hemû pêkhateyên Kerkûkê li ser razî bin.

 

Bereya Yekgirtûya Erebî li Kerkûkê biryara dadgeha Fedralî derbarê berdewambûna karkirin bi madeya 140 a Destûra Iraqê red dike û tekez dike ku Adil Ebdulmehdî bê beramber petrola Kerkûkê radestî Herêma Kurdistanê kiriye.

 

Bereya Yekgirtûya Erebî li Kerkûkê di daxuyaniyekê de ragihand, madeya 140 madeyeke destûrî mirî ye, ji ber ku destûrê hikûmet û parleman pabend kiriye ku heya 31-12-2007 kar bi wê madeyê bikin.

 

Bereya Yekgirtûya Erebî, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî bi wê yekê tometbar dike ku petrola Kerkûkê bê beramber radestî Herêma Kurdistanê kiriye , Bereya Yekgirtûya Erebî xirabiya rewşa Kerkûkê dixe stûyê hikûmeta navendî bi serokatiya Adil Ebdulmehdî.

 

Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê biryar dabû ku karkirina bi madeya 140 a Destûra Iraqê berdewam be, heta wê dema ku hemû birgeyên wê têne cîbicîkirin.

 

Berdevkê Dadgeha Bilind a Ferderal a Iraqê, Eyas Samûk ragihandibû: “Karkirina bi madeya 140 a Destûra Iraqê dê berdewam be, heta ku hemû birgeyên wê têne cîbicîkirin, çimku beşek ji birgeyên vê madeyê nehatine cîbicîkirin.”

 

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê herwiha ragihandibû, “biserdeçûna dem û maweya cîbicîkirina 140 a Destûra Iraqê, girêdayî cewherê madeyê bi xwe ve nîne û pêwîst e hemû birgeyên wê madeya destûrî bêne cîbicîkirin.”

 

Pêştir hin berpirs û serkirdeyên partiyên siyasî yên Iraqê digotin, ku dema madeya 140 derbas bûye û êdî kar bi wê madeyê nayê kirin.

 

Madeya 140 a Destûra Iraqê peywendî bi çareserkirina pirsgirêka navçeyên nakok ve heye, ku Kerkûk yek ji wan navçeyan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst