Viyan Dexîl: 30 kesên ji Kampa Hol bo Mûsilê hatibûn veguhastin ne xuya ne

31-05-2021
RÛDAW
Nîşan Viyan Dexîl DAIŞ Iraq Rojava Mûsil
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentera berê ya Iraqê, Viyan Dexlîl aşkere kir ku di dema veguhastina ji Kampa Holê ve li Rojavayê Kurdistanê bo Mûsilê, 30 kes ji kesûkarên çekdarên DAIŞê diyar nemane û dibêje, hikûmeta Iraqê ji wê yekê agahdar e, lê belê hêj ti lêkolînek derbarê mijarê de destpê nekiriye.

Viyan Dexîl ji Rûdawê re ragihand: “Di dema veguhastina wan ji Kampa Holê li parêzgeha Heseke ya Sûriyê bo Kampa Cedaa li Mûsilê de, şeş malbatên çekdarên DAIŞê ku 30 kes dibin, diyar nemane.”

Bi gotina Viyan Dexîl, ji 100 malbatên çekdarên DAIŞê ku ji Kampa Hol ve bo Kampa Cedaa ya li Mûsilê hatine veguhastin, “tenê 94 malbat gihîştine wê kampê.”

Dexlî ku bi xwe jineke Kurd a Êzidî ye, herwiha daye xuyakirin: “Ew malabt bi roj hatine veguhastin, ew 30 kes jî li ser sînor diyar nemane, ew jî nîşan dide ku rewşeke metirsîdar di rê de ye.”

Viyan Dexlîl amaje bi wê yekê jî kir, ku hikûmeta Iraqê ji wê rewşê hatiye agahdarkirin, lê belê heta niha ti lêkolîn derbarê windabûna wan kesan de nehatiye destpêkirin.

Ew parlamentera berê ya Iraqê dibêje, “rê li ber hemû egeran vekirî ye, renge ew kesûkarên serkirdeyên diyar ên DAIŞê bûbin û li gor rêkeftinê bi cihekî din hatin veguhastin, yan li hember pereyeke zêde hatibin azadkirin, an sedemek siyasî li pişt (bûyerê) be, lewma divê bi awayekî ciddî lêkolîn li ser vê mijarê bê kirin.”

Roja 25ê Gulanê, di çarçoveya rêkeftina hikûmeta Iraqê û Rêveberiya Xweser de, 101 malbatên çekdarên DAIŞê ji Kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ku di kontrola Rêveberiya Xweser de ye, bo Kampa Cedaa li başûrê parêzgeha Mûsilê hatin veguhastin.

Berpirsên parêzgeha Mûsilê û nûnerên wê parêzgehê li parlamentoya Iraqê gelek hewl dan, rê li ber veguhastina wan kesan bigirin û derbarê metirsîdarbûna wê pêngavê bo rewşa Mûsilê û dubare serî hildana DAIŞê li wê parêzgehê hişyarî dan, lê tevî wan nerazîbûn û hişyariyan, qonaxa yekem a veguhastina kesûkarên Iraqî yên çekdarên DAIŞê ji Kampa Holê bo Iraqê hat pêkanîn.

Şêrwan Dûberdanî, Serokê Komîteya Herêm û Parêzgehan li Parlamentoya Iraqê pêştir ji Rûdawê re ragihandibû, zêdebarî nerazîbûna berpirsan û xelkê parêzgeha Neynewayê, biryar e roja Sêşemê bi hezaran kes ji jin û zarokên çekdarên berê yê DAIŞê ji Kampa Holê ve bo nav Iraqê bên vegerandin.

Parêzgarê Mûsilê weke bertek nameyek ji Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re şandiye û têde nerazîbûna xwe li hember vegerandina iraqiyên li nav Kampa Holê bo sînorê parêzgeha Mûsilê nîşan daye, herwiha hişyariya wê yekê jî daye ku xelkê navçeyê ji wê pêngava hikûmetê nerazî ne û renge êrişî ser wan kesan bê kirin tên vegerandin.

Zêdetirî 31 hezar Iraqî li Kampa Holê li nêzîk bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê dimînin.

Têkildarî veguhastina malbatên çekdarên DAIŞê, Şêxmûs Ehmed Berpirsê Karûbarên Koçber û Penaberan di Rêveberiya Xweser de jî ji Rûdawê re ragihandibû: “Berpirsên Rêveberiya Xweser li gel berpirsên Iraqê li hev kirine ku 500 malabtên Iraqî yên niştecihê Kampa Holê bo Iraqê bên vegerandin.”

Pêştir Mezlûm Kobanî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) çend caran daxwaz ji welatên biyanî kiribû ku welatiyên xwe yên li nav Kampa Holê vegerînin û ji bo baştirkirina rewşa niştecihên wê, alîkariyên mirovî yên bêtir pêşkêşî Kampa Holê bikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst