Felûce - 2 keçên Kurdên Êzidî ji dest DAIŞê rizgar bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Di berdewamiya operasyona rizgarkirina Felûceyê de, 2 keçên Kurd ên Êzidî ku di êrişên bo ser Şingalê de DAIŞê ew êxsîr kiribûn û piştre firotibûn, hatin rizgarkirin.

 

Parlametera Kurd a Êzidî di Parlamentoya Iraqê de Viyan Dexîl di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ew her du keçeên Kurd ên Êzidî di berdewamiya operasyona kontrolkirina Felûceyê de hatin rizgarkirin.

 

Viyan Dexîl got: “Her du keç pêştir li bajarê Reqa yê Sûriyê bûne û paşê hatine firotin û bo bajarê Felûce yê Iraqê hatine veguhastin. Ew niha li cem min in û di rewşek baş de ne.”

 

Viyan Dexîl di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Êvariya roja duşemî 30ê Gulanê me ew agahî bi dest xist, ku 2 keçên Kurd ên Êzidî li Felûceyê ne û em dikarin wan rizgar bikin. Ji ber wê jî em bi awayekê berdewam ligel hindek ji serok eşîran û rayedarên Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê di têkiliyê de bûn.”

 

Dexîl da xuyakirin, îro sêşemî demê sibehî her du keç bo Bexdayê hatin şandin. Dexîl got: “Min serdana wan kir û ew niha li cem min in, lê belê keçên din ên Kurdên Êzidî li Felûceyê hene ku hêj nehatine rizgarkirin.”

 

Parlamentera Kurd a Êzidî di berdewamiya gotinên xwe de got: “Navê yek ji keçan M.K û xelkê gundê Koço ye û temenê wê 23 sal e. Viyan Dexîl dibêje, ew keç berî 10 mehan li Reqayê bûye û piştre bi çekdarekî DAIŞê hatiye firotin û wî jî aniye Felûceyê.”

 

Dexîl tekez kir: “Navê keça din jî N.A û temenê wê 22 sal û xelkê Şingalê ye û ew jî nêzîkî salek berî niha li bajarê Reqayê bûye û paşê hatiye firotin û çekdarekî DAIŞê ew aniye Felûceyê.”

 

Viyan Dexîl ji Rûdawê re aşkere got: “Endamên malbata Keça Şingalê sax in û di jiyanê de mane, lê belê keça gundê Koço tenê xwîşkek û amozayek û çend kes ji malbata wê mane û ez nikarin zanyariyên zêdetir aşkera bikim. Çimkî li gorî zanyariyêan hêj hejmarek keçên Kurdên Êzidî li Felûceyê mane û nehatine zirgarkirin.”