Muqteda Sedir bang li Çarçoveya Hevahengiyê kir

31-03-2022
RÛDAW
Nîşan Muqteda Sedir Tevgera Sedir Çarçoveya Hevahengiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ji bo pêkanîna hikûmetê bang li Çarçoveya Hevahengiyê kir.

Muqteda Sedir di peyamekê de li hejmara xwe ya Twitterê, bang li Çarçoveya Hevahengiyê kir, “Fermo eger hûn bikarin, hikûmetê pêk bînin. Jibilî Firaksiyona Sedir, ligel hemû aliyan gotûbjan bikin.”

Muqteda Sedir bang li parlamenterên fraksiyona xwe jî kir, “Bi başî û xirabî destwerdanê di karên wan de nekin. Ez daxwazê ji Firaksiyona Sedir dikim bi ti awayekê destwerdanê di hewlên sê li ser yekê parlamentoyê yên bo pêkanîna hikûmetê nekin.”

Muqteda Sedir dibêje, “Em derfertê didin sê li ser yekê Parlamentoyê ku hikûmetê pêk bînin. Dawazê ji sê li ser yekê parlamentoyê dikim li parlamentoyê dest bi gotûbêjên pêkanîna hikûmetê bikin.”

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir tekez dike, “Derfetê didim sê li ser yekê parlamentoyê ku Hikûmeta Piraniya Niştîmanî bêyî Firaksiyona Sedir pêk bînin.”

Muqteda Sedir bo sê li ser yekê parlamentoyê jî dibêje, “Danûstandinan ji yekê meha Remezanê heta meha Şewal (Gulan) bêyî cudahî li gel kutleyan bikin.”

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir bo pêkanîna hikûmetê 40 roj moletê dide Çarçoveya Hevahengiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst