Serokwezîriya Îraqê: Kujerê Mihemed Baqir Sedr hat girtin

31-01-2025
RÛDAW
Nîşan Îraq Mihemed Şiya Sûdanî Mihemed Baqir Sedr Partiya Beasê Nûrî Malîkî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîriya Îraqê diyar kir ku tohmetbarê kuştina Mihemed Baqir Sedr û xwişka wî Sedûn Sebrî hat girtin.

Fermandarê artêşa Îraqê yê serdema Partiya Beasê Sedûn Sebrî bi kuştina Mihemed Sebrî û xwişka wî û bi hezaran Îraqiyan û dihat tohmetbarkirin.

Li aliyê din, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro ji ser Xê ragihand ku kujerê Mihemed Baqir Sedr û xwişka wî hatiye girtin.

Sûdanî bêyî ku navê tohmetbar eşkere bike diyar kir destê wî di "kuştina endamên malbata Hekîm (Mihemed Baqir Sedr) û bi hezaran Îraqiyên din ên di girtîgehan de" hebûye.

Sûdanî got, "Her çend çi qasî dem jî ji ser reva wan re derbas bûbe. Em dê bigihîjin tohmetbaran. "

Serokwezîrê Îraqê di berdewamiyê jî de got:

"Em dê her demê û li cihî bi dilsozî hewl bidin da ku em xebatên xwe bi heman hêzê bidomînin û bigihîjin hemû kesên ku tawan li hemberî xwîna Îraqiyan kirine.

Ev soza me ye ji bo gelê me, ji bo her kesê ku neheqî lê hatiye kirin û şehîd bûye."

“Sedûn Sebrî tawana sedsalê kiriye”

Serokê Partiya Dewayê Nûrî Malîkî jî li ser girtina tohmetbaran daxuyaniyek belav kir û got:

"Tohmetbar Sedûn Sebrî Berpirsê Beşa 5an ê Dezgeha Îstixbaratê bû û çend postên wî yên din ên ewlehiyê hebûn û wî tawana sedsalê kiriye.

Ew jî terorkirina rêber û bîrmendê Îslamî şehîd Mihemed Baqir Sedr e."

Sedûn Sebrî di serdema Partiya Beasê de Berpirsê Beşa 5an a Dezgeha Îstixbarata Îraqê bû.

Ev beşa îstixbaratê Îraqê bi taybetî ji bo lêpirsîn û şkencekirina endam û kesayetiyên mixalefeta Îraqê dixebitî.

Nasnavê Sedûn Sebrî li nava Partiya Beasê "Emîd Nizar" bû û heta sala 1986an Berpirsê Beşa 5an a Dezgeha Îstixbarata Îraqê xebitî.

Pişt re heta sala 1990î bû Berpirsê Ewlehiya Besrayê.

Di sala 1991ê de di postên Berpirsê Ewlehiya Kuweytê û Berpirsiyariya Ewlehiya Aboriyê ya Îraqê de cih girtiye.

Mihemed Baqir Sedr sala 1980yî hatibû kuştin

Mihemed Baqir Sedr xezûrê Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr e.

Baqir Sedr Rêberê Tevgera Niştimanî ya Şîeyên Îraqî û yek ji damezirînerên sereke yên Partiya Dewa ya Îslamî bû di heman demê de bîrmendekî Şîeyên Îraqî bû.

Mihemed Baqir Sedir 9ê Nîsana 1980yî bi “tohmeta pêwendiya bi Îranê re” hat girtin û pişt re tevî xwişka xwe di nav Baregeha Beşa hat kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst